BI DÎMEN

CDK-S û YJK-S’ê ji bo meşa mezin a Kolnê bang kirin

Amadekariyên meş û mitînga ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin bi hemû leza xwe berdewam dikin.

Li Swîsreyê ku amadekarî li wir jî berdewam dikin,  Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi daxuyaniyeke hevpar bang li her kesî kirin ku beşdarî ‘Meşa Mezin’ a li Kolnê bibin.

Daxuyanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarauyê hate dayîn. Hevserokên CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr li vir axivîn û dan zanîn ku hemû amadekariyên teknîkî yên ji bo mitînga li Kolnê hatine temamkirin û diyar kirin ku kesên ku dixwazin werin Kolnê dikarin ji Navendên Civaka Kurd agahiyê bistînin.

Daxuyaniya hevpar a CDK-S û YJK-S’ê  ji aliyê Dîlan Çetînkaya ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de şehîdên ku di çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ ên li hemberî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de hatin bibîranîn û ev yek hate gotin: ‘’Bi ser Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêbertiya me de 27 sal derbas bûn. Em şehîdên xwe yên li dijî radestkirina Rêber Apo ya ji Tirkiyeyê re gotin ku ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ji agirî çemberek avakirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em deyndarên şervanên heqîqetê ne ku ji bo tenduristî û azadiya Rêber Apo hemû serdeman bi ruheke fedaî xwedî lê derketin û di vê rêyê de tevlî karwanê şehîdan bûn.’’

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser kampanyaya navneteweyî ya di 10’ê Cotmeha 20232yan de bi pêşengtiya gelê Kurd û dostên wan hatiye destpêkirin û ev yek hatin gotin: ‘’Di şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me de roleke girîng lîst.Misyona serdema nû ya vê pêngavê dabînkirina ‘mafê hêviyê’ û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.’’

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku divê xwedî li Banga Aşitî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin, derkevin û ev yek hatin gotin: ‘’Yek ji aktorên vê pêvajoyê bêguman gelê me yê li diyasporayê ye. Sekna birêxistinkirî ya gelê me yê li Ewropayê wê rê bide pêvajoyê.’’

Her wiha hate destnîşankirin ku pêvajo wê bi pêngavên yekalî nemeşe û ev yek hatin gotin: ‘’Divê hemû beşên civakê beşdarî vê pêvajoyê bibin. Divê gelê Kurd û dostên wan destê Rêber Apo xurt bikin û vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin.’’

LI HEMBERÎ HEWLÊN ŞER AŞTÎ

Dı daxuyaniyê de bang hate kirin ku hemû kes beşdarî meş û mitînga li Kolnê bibe û ev yek hatin gotin: ‘’Beşdarbûna gelê Kurd, dostên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya ji bo meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin, gelekî girîng e. Em bi awayekî eşkere bang li gelê me yê ji 4 perçeyên Kurdistanê ên li Swîsreyê dijîn, jinan, ciwanan, baweriyên cuda, dostên me yên enternasyonalîst, femînîst û aktîvîstên hawirdorê dikin. Werin em hemû bi hev re daxwaza azadiya

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINAN E

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya piştî daxuyaniyê axivî û got: ‘’Azadiya Rêber Apo di serî de azadiya me jinan e. Divê hemû gelê me yê ji 4 perçeyên Kurdistanê yên li Swîsreyê dijîn, dostên me û hemû kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin beşdarî vê meş û mitîngê bibin. Di serî de jin û ciwan em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li vê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, bibin. Em hemû gelê xwe vedixwînin ku di nava vê demê de bi ruhê seferberiyê beşdarî xebatan bibin.’’

Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr têkildarî amadekariyên teknîkî agahî dan û ev yek anîn ziman:

‘’Ev du sal in em li bajarê Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo mitîngan li dar dixin. Her du mitîng jî gelekî bi heybet derbas bûn. Em di wê baweriyê de ne ku ev mîtîng jî wê bi heman rengî bê kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku 8'ê Mijdarê ji 7 heta 70 salî beşdarî mîtînga li Kolnê bibin. Qada Swîsreyê ji bo mîtînga Kolnê seferber bûye. Gelê me wê bi wesayitên xwe tevlî meşê bibe. Li her devera ku komeleyên me lê ne wê wesayit bi rê bikevin."