BI DÎMEN

Civîna Gel li Londonê: Civaka Kurd ya li Ewropayê divê bi hêza rêxistinbûna xwe tevlî pêvajoyê bibe

Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk ku di civîna gel a li Londonê de axivî, destnîşan kir ku pêvajoya diyalogê ya bi Rêber Apo re bingeha aştiya mayînde pêk tîne û got: "Divê civaka Kurdî bi hêza xwe ya rêxistinbûyî destwerdanê di pêvajoyê de bike."

Civîna ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jiyan, Meclîsa Gelê Kurd û Tevgera Ciwanan a TCS'ê ve li paytexta Îngilîstanê, Londonê, hatibû organîzekirin, bi beşdariyeke zêde pêk hat.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk weke axaftvan beşdarî civînê bû, ku di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ya 27'ê Sibata 2025'an de hatibû lidarxistin.

OZTURK: ÇARESERÎ, BI DIYALOG Û MUZAKEREYÊ PÊKAN E

Ozturk di axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li Tirkiyeyê têk çûne û wiha got: “Gelê Kurd li Tirkiyeyê 100 sal in bi nasname, ziman û çanda xwe ve tê înkarkirin. Îro êdî polîtîkayên înkarê îflas kirine. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyê pêkan e. Cihê wê jî Îmralî ye. Diyaloga ku bi Rêzdar Ocalan re bê avakirin, bingeha aştiya mayînde ye.”

Ozturk bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn jî û got: “Guhertinên li Sûriye, Iraq û Îranê nîşan didin ku çarenûsa gelan bi hev ve girêdayî ye. Sîstema demokratîk a li Rojava tê avakirin, mînaka berbiçav a modela jiyanê ya li ser esasê azadî û wekheviyê ye.”

DIVÊ CIVAKA KURDÎ YA LI EWROPAYÊ BI HÊZA XWE YA RÊXISTINBÛYÎ TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBE

Ozturk her wiha bal kişand ser hêza rêxistinbûyî ya civaka Kurd a li Ewropayê û got: “Divê em weke gel destwerdanê di pêvajoyê de bikin, mekanîzmayên zextê bixin tevgerê.”

Beşdarên civînê destnîşan kirin ku tevî endamtiya Tirkiyeyê ya di Konseya Ewropayê de jî, binpêkirinên mafên mirovan û kûrtirkirina tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin.

Di beşa pirs û bersivan a civînê de, beşdaran li ser zêdebûna êrîşên nijadperest ên li Tirkiyeyê, girtiyên siyasî û têkiliyên Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ên li Amedê pirsan kirin.

Ozturk bal kişand ser kontrola medyayê û zextên siyasî û got: "Divê hêza rêxistinbûyî ya gel van rastiyan aşkere bike û di pêvajoya çareseriyê de roleke çalak bigire.”

Ozturk dema ku bersiva pirsên li ser geşedanên li Sûriye û Rojava dida, tekez kir ku gel dikarin bi îradeya xwe çareseriyeke demokratîk ava bikin.

'ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI HÊZA GEL'

Di civînê de hevrêziya sazîyên Kurd ên li Ewropayê, rola têkoşîna ciwan û jinan di siyaseta demokratîk de hat nîqaşkirin. Di nirxandina hevpar de hat tekezkirin ku hêza rêxistinbûyî ya meclîsên gel, misogeriya çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e.

Çalakî bi bîranîna ku bingeha siyaseta demokratîk divê li ser îradeya gel be, bi dawî bû.