BI DÎMEN

Li Viyanayê Konferansa Civaka Demokratîk hate lidarxistin

Li paytexta Awistirya Viyanayê, di konferansa hat lidarxistin de hat nîqaşkirin ku modela Civaka Demokratîk dê li qada Awistiryayê çawa were şênberkirin. Her wiha destnîşankirin ku "modernîteya demokratîk ne tenê teoriyek e, sîstematîkeke jiyanî ye.

Li paytexta Awistirya Viyanayê, bi dirûşma "Em bi Rêbertiya Azad re Civaka Demokratîk Ava Dikin" konferanseke berfireh hat lidarxistin.

Gelek beşdar ji bajarên cuda yên Awistiryayê bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî konferansa ku ji aliyê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awistiryayê (FEY-KOM) ve hat organîzekirin, bûn.

Di dîwana konferansê de Hevseroka Civaka Azad Dîlek Karahan, Endamê Dîwana Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) Mûrat Ceylan, Siyasetmedar Nîmet Sevîm û Endamê DEM-KURD'ê Cevdet Halîm cih girtin. Çalakî, saet di 09.30’an de bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

‘BANGA SEDSALÊ ŞÊMÛKEKE NÛ YA CIVAKÎ YE’

Di konferansê de yekemcar Endamê Dîwana KCDK-E Mûrat Ceylan axivî. Ceylan, di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna azadiya Kurdistanê piştî berxwedana ku nîv sedsalê derbas kiriye, ketiye pêvajoyeke nû ya veguhertina civakî:

“Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê, piştî berxwedaneke mezin a ku nîv sedsal derbas kir, gihîştiye pêvajoyeke nû, şêmûkeke veguhertina civakî û hişî ya xwedî girîngiyeke dîrokî. Ev pêvajo ne tenê diyarkirina aliyekî siyasî ye; di heman demê de avakirina şênber a modela Civaka Demokratîk, ji nû ve damezrandina civaka sincî û polîtîk di pîvana gerdûnî de ferz dike. Kêliya esasî ya ku rê dide vê derbasbûna dîrokî, Banga Sedsalê ye ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Rêber APO ve hat kirin. Ev bang, diyarkirineke stratejîk e ku qezenca berxwedana 52 salan a Têkoşîna me ya Azadiyê bi sîstematîkeke nû ya jiyana civakî re tîne cem hev.”

Ceylan, destnîşan kir ku divê ev bang bibe pêvajoyeke avakirina pratîkî û sîstematîk a paradîgmayên Modernîteya Demokratîk di nav civakê de.

‘CIVAKA DEMOKRATÎK NE TENÊ MODELEK E JIYAN BIXWE YE’

Rojeva sereke ya konferansê ew bû ku sîstema Civaka Demokratîk dê li qada Awistiryayê çawa were şênberkirin. Di nîqaşên li ser metna hatibû amadekirin de, ev nirxandin hatin kirin: “Civaka Demokratîk ne tenê modeleke; forma sîstematîk a heqîqetê, azadiyê û jiyana kolektîf e. Ji ber vê yekê erka me ne tenê ew e ku em vê sîstemê di gotinê de bihêlin, lê belê em wê heta hemû şaneyên wê saz bikin û ava bikin.”

Beşdaran destnîşan kirin ku ev pêvajo ne tenê reformeke rêxistinî ye; çalakiyeke ji nû ve damezrandina ramanî, sincî û polîtîk e.

LI SER BINGEHA SINCÎ-POLÎTÎK AVAKIRINA CIVAK Û JIYANÊ

Siyasetmedar Nîmet Sevîm, di axaftina xwe de diyar kir ku sîstema Civaka Demokratîk ne ji pêkhateyên formal; lê ji pîvanên sincî, wijdan û hişmendiya berpirsyariya civakî derdikeve û ev tişt gotin: “Azadiya takekesî, heta ku bi civakê re nebe yek, xwedî wate nîne. Divê sîstema demokratîk li ser modelek jiyanê ya beşdar, pirdengî û ekolojîk were avakirin. Komûn û meclîs, pêkhateyên bingehîn in ku beşdariya rasterast a gel di pêvajoyên biryardayînê de misoger dikin.”

Sevîm, destnîşan kir ku divê li şûna têgihiştinên navendîparêz, modelek civakê ya ku ji jêr ber bi jor ve tê rêxistinkirin, komunal û parvekar were avakirin. Wekî din, bal kişand ser girîngiya ku qadên jin, ciwan, çand, aborî û ekolojiyê wekî pêkhateyên xweser, şan û şikla civakî xurt bikin.

BI KOMXEBAT Û KOMÎTEYAN RÊXISTINBÛNEKE DOMDAR

Di konferansê de; li ser mijarên zimanê zikmakî, ciwan, jin, çapemenî, çand, perwerde, dîplomasî û baweriyan perspektîfên curbecur hatin pêşkêşkirin.

Di encamnameyê de bal hat kişandin ser qonaxa nû ya têkoşîna azadiyê ya li Ewropa û Awistiryayê û ev tişt hatin gotin:

“Êdî ne dema hînbûnên kevn û ne jî ya refleksên rojane maye. Em neçar in ku bi yekitî û kûrahiya paradîgmaya Civaka Demokratîk tevbigerin; rêxistinên xwe, hişmendiya xwe û pratîkên xwe ji kokê ve veguherînin.

Berpirsiyariya me ya dîrokî ne tenê hebûn e; avakirina jiyaneke nû ye. Ev konferans, bi ruhê hevgirtin, rexne û hevparîbûnê, îfadeya biryardariya me ya ji bo derbaskirina rêwîtiya me ya azadiyê bo qonaxeke nû ye.”

Di beşa encamê de herwiha hat pêşniyarkirin ku di her sernavî de komîteyên pispor werin avakirin û ev komîte bi kartêr û forûman pêvajoyê bi awayekî dînamîk û beşdar pêş ve bibin.

Di dawiya konferansê de wergerên Kurdî û Tirkî hatin kirin, pirsên beşdaran hatin bersivandin.

Çalakî, bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.