Li Luzernê ji bo meşa Kolnê banga seferberiyê hate kirin

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê banga tevlîbûna meşa navendî ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, kir. Hevserokan gotin, “Bêyî azadiya Rêber Apo, rêya aştiyê venabe.”

Beriya meşa navendî ku wê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, li bajarê Luzern ê Swîsreyê banga seferberiyê hate kirin.

Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê (CDK-Lu), diyarkirin ku amadekarî temam bûne û bang li gel kirin ku bi awayekî xurt tevlî meşê bibin. Hevserokan di daxuyaniya xwe de wiha gotin, “Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêya çareseriya aştî û demokrasiyê venabe. Di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin û îradeya xwe danin holê.”

‘DIVÊ JIN Û CIWAN CIHÊ XWE DI REFÊN PÊŞ DE BIGIRIN’

Hevserokên CDK-Lu Leyla Ekîncî û Ercan Guneş destnîşankirin ku polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêber Apo nayên qebûlkirin û wiha gotin, “Ji bo pêkanîna banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir, ev meş xwedî girîngiyekî krîtîk e. Em di serî de bang li ciwan û jinan, li gelê xwe dikin ku biherikin Kolnê.”

Hevserokan diyarkirin ku ev di çarçoveya amadekariyê de her roj serdana malan kirine û dan zanîn ku ew ê heta 8’ê Mijdarê “bi ruhê seferberiyê” bixebitin. Hevserokan diyarkirin ku yên ku bixwazin biçin Kolnê divê têkilî bi Navendên Civaka Kurd re deynin û got ku gel hem bi otobus hem jî bi wesayîtên taybet bên veguhestin.”

Agahiyên otobisên ku ji Luzernê biçe Kolnê wiha ye:

Dîrok: 7’ê Mijdara 2025

Cihên rê ketinê:

  • Stasyona  Bellinzona– 20:30
  • Uri (Altdorf Bahnhof) – 22:00
  • Zug (Riedstrasse 19, Cham) – 22:30
  • Luzern (Inseli Park) – 23:00

MALBAT BANGA PIŞTEVANIYÊ KIRIN

Di serdanên malan ên çalakvanên CDK-Lu de hate dîtin ku gel biryardariyeke mezin nîşan dide. Yek ji kesên ku serdana wî hat kirin, Yasîn Çakan diyar kir ku ew 7 sal in li Swîsreyê dijî û ev bang kir, “Em jî wekî malbatên şehîdan bang li hemû derdora xwe û gelê xwe dikin ku tevlî meşa Kolnê bibin. Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê em hemû li Kolnê bicivin.”

LI STASYONA LUZERNÊ DANEZAN HATE BELAVKIRIN

Rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê bi armanca tevlîbûna li meşê, li pêşiya Gara Trenê ya Luzernê danezan belavkirin û agahî dan gel.