BI DÎMEN

Li Stuttgartê amadekariyên ji bo meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê dewam dike

Li Kolnê wê bi meşa ku di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin, îşaret bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were kirin. FED-Gel’ê bi meclîsên xwecihî û saziyan re xebatên bikoordîne dimeşîne.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê dê di 8’ê Mijdara 2025’an de, her wiha li Hollanda, Belçîka, Fransa û Luksemburgê meşên bi hemwextî bên lidarxistin. Hate diyarkirin ku meş wê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk werin.

Federasyona Civakên Kurd a Demokratîk a Ewropa (FED-GEL) di daxuyaniya xwe de ragihand ku tê plankirin çalakî bi tevlîbûna bi sedan kesan bên lidarxistin. Hate diyarkirin ku li bajarê Stuttgartê amadekariyên ji bo meşê dewam dikin û meclîsên xwecihî û saziyan xebatên bi koordîne dimeşîne.

FED-GEL’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wate û girîngiya pêvajoya nû û girîngiya vê serdemê ji bo civaka Kurd.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çalakî bi armanca piştevaniya berxwedanên li Kurdistanê û çalakiyên li girtîgehan dewam dikin in. FED-GEL’ê meşa 8’ê Mijdarê wekî “Gavekî sembolîk a xwedîderketina pêvajoya nû” bi nav kir.