BI DÎMEN

Banga KOMAW’ê ji bo 'Meşa Azadiya Rêber Apo'

KOMAW, piştî kongreyê di yekem civîna xwe ya meclîsê de banga beşdarbûna xurt li "Meşa Azadiya Rêber Apo" ya ku wê 8'ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin kir û peyama, "Xwedîderketina li mîrateya şehîdan, bi li dora rêbertiyê kombûnê pêk tê" da.

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW), piştî kongreya xwe civîna xwe ya meclîsê ya yekemîn li dar xist.

Di civînê de çalakiyên rêxistinî, xurtkirina hevgirtina di navbera malbatên şehîdan de û nirxandinên li ser pêvajoyên siyasî hatin gotûbêjkirin.

Meclîsa KOMAW’ê piştî civîna xwe, bang li hemûyan kir ku bi awayekî xurt beşdarî meş û mîtînga ku wê 8'ê Mijdarê li Kolnê bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re" bê lidarxistin, bibin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku erka dîrokî ye ku hemû malbatên şehîdan, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê beşdarî mîtîngê bibin û daxwazên xwe yên azadiyê biqîrin.

‘XWEDÎDERKETINA LI MÎRATEYA ŞEHÎDAN, BI LI DORA RÊBERTIYÊ KOMBÛNÊ PÊK TÊ’

Di daxuyaniya ku ji aliyê KOMAW'ê ve hat dayîn de, ev gotin hatin gotin: “Şehîd rûmet û sembola berxwedana vî gelî ne. Rêya xwedîderketina li mîrateya wan, li dora rêbertiyê kombûn e.

Em ê di meşa ku wê 8'ê Mijdarê li Kolnê pêk were de derkevin qadan û vîna xwe ya li dijî faşîzm, dagirkerî û izolasyonê nîşan bidin. Em bang li hemû malbatên şehîdan, gelê me û dostên têkoşîna me ya azadiyê dikin ku beşdarî vê meş û mîtînga mezin bibin.”

LI EWROPA HEVDÎTIN WÊ BIDOMIN

Her wiha Meclîsa KOMAW’ê ragihand ku di pêvajoya pêş de wê li gelek navendên Ewropayê bi malbatên şehîdan re hevdîtinan li dar bixe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê xebatên rêxistinî bên mezinkirin û domandin, her wiha hat gotin ku malbatên şehîdan hêza pêşeng a têkoşînê ne.