Li Dublînê bûyerên tundiyê yên li dijî koçberan: 23 kes hatin binçavkirin

Li Dublîna paytextê Îrlandayê protestoyên li dijî koçberan di şeva xwe ya duyemîn de rê li ber bûyerên tundiyê vekir. Polîsan da zanîn ku wan di bûyerên şeva Çarşemê yên li pêşiya Otêla Citywestê de 23 kes binçav kirine.

Li gorî rayedaran, xwepêşander li pêşiya otêlê kom bûne û şûşe, kevir û fîşekên hewayî avêtine polîsan. Otêla Citywest, a niha weke navendeke ku koçber lê tên bicihkirin, tê bikaranîn. Hate ragihandin ku di dema bûyeran de 23 kes hatine binçavkirin.

Şeva beriya wê jî li heman herêmê di bûyeran de 6 kes hatibûn binçavkirin û wesayiteke polîsan hatibû şewitandin.

ÎDÎAYA ÊRÎŞA ZAYENDÎ

Hate ragihandin ku xwepêşandan piştî îdîaya êrîşa zayendî ya li ser zarokeke 10 salî dest pê kirine. Çapmeniya Îrlandayê diyar kir ku gumanbar koçberekî 26 salî ye û dibe ku bûyer li derdora Otêla Citywestê pêk hatibe.

Lê belê rayedar vê gavê têkildarî bûyerê şîroveyan nakin.

HIKÛMETÊ ŞERMEZAR KIR

Wezîrê Edalet, Karên Hundirîn û Koçberiyê Jim O’Callaghan bûyer weke ‘’hovîtî û tundiyê’’ pênase kir û da zanîn ku wê zêdetir kes werin binçavkirin.

Serkwezîr Micheal Martin jî tundiya ji ber protestoyan rû daye şermezar kir û diyar kir ku îdîaya êrîşa berbehs ‘’gelekî cidî’’ ye.

RAGEŞÎ ZÊDE DIBE

Di salên dawîn de li Îrlanda û Keyaniya Yekbûyî li pêşiya otêlên ku koçber lê tên bicihkirin protestoyên li dijî koçberan tên lidarxistin.

Di meha Hezîranê de li bajarê Ballymena yê  Bakurê Îrlandayê, piştî bûyerên ku du ciwan ji ber hewldana destdirêjiyê hatin girtin gelek polîs birîndar bûbûn û otêl hatibûn hedefgirtin.

Polîsên Îrlandayê da zanîn ku çalakiyên li Dublinê yên dawîn  ji aliyê komên tundraw ên xwe li ser medyaya dijîtal birêxistin dikin ve bi armanca ‘’zêdekirina nefret û tundiyê’’ tên lidarxistin.