Di daxuyaniya hevpar a sendîkayên CGSP Cheminots, CSC-Transcom û SLFP Chemitonsê de hate ragihandin ku grev wê 23'ê Mijdarê saet di 22:00 de destpê bike û heta 26'ê Mijdarê saet 22:00 dewam bike. Tê payin ku di dema grevê de seferên trenan gelekî asteng bibin.
Sendîkayan diyar kirin ku bi polîtîkayên teserûfê yên giran ên hikumetê bi taybetî xebatkarên rêyên hesinî dibin hedef.
Ev grev wê bibe parçeyek ji pêla çalakiyan a berfireh ku tê plankirin dawiya meha Mijdarê bê kirin.
Di 24'ê Mijdarê de rêyên hesinî, di 25'ê Mijdarê de sektora cemaweriyê, di 26'ê Mijdarê de sektorên cemaweriyê û teybet wê di asta netweyî de bikevin greva giştî.