BI DÎMEN

Ji bo Şehîd Delîla Dêrsim li Liègeyê sersaxî û bîranîn hate lidarxistin

Welatparêzên Kurdistanî bi awayekî girseyî beşdarî sersaxî û bîranîna ji bo Şehîd Delîla Dêrsim bûn ku li bajarê Liège yê Belçîkayê hat lidarxistin. Malbat û hevalên wê yên têkoşînê gotin ku Delîla vîna jina Kurd û lêgerîna azadiyê temsîl dike.

Li bajarê Liège yê Belçîkayê, ji bo Delîla Dêrsim (Nazan Agirman) a ku di 11ê Çileyê de li eniya Tişrînê di encama êrîşa balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû, duh sersaxî, îro jî civîna bîranînê hat lidarxistin. Welatparêzên Kurdistanî yên ji bajarên cuda yên welêt hatin, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û beşdarî bîranînê bûn.

Di civîna bîranînê de Siltan Ana ku li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axivî, destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Delîla yek ji sembolên berxwedana jina Kurd e.

DAYÎK VEHBİYE: DELÎLA ŞEHÎDA ME HEMÛYAN E

Dayika Şehîd Delîla, Vehbîye Akkurt, axaftineke bi hestyarî kir û diyar kir ku ew bi têkoşîna keça xwe serbilind e. Axaftina Vehbiye Akkurt a ku got, “Delîla ne tenê keça min e, keça we hemûyan e, şehîda we hemûyan e; şehîda Kurdistanê ye. Em bi şehîda xwe serbilind in û serê me bilind e”, bi dirûşma “Şehîd Namirin” a ku di salonê de olan da, bi dawî bû.

SEYDÎ FIRAT: DELÎLA JI BO GELÊ XWE TÊKOŞÎN KIR

Siyasetmedar Seydî Firat ê ku di bîranînê de axivî, diyar kir ku Şehîd Delîla ji Belçîkayê tevlî têkoşîna azadiyê bûye, piştre li Kurdistanê ji bo gelê xwe berxwedaneke mezin meşandiye. Firat got, “Delîla, ji bo nirxên ku pê bawer dikir têkoşîn kir. Têkoşîna wê, îradeya jina Kurd û lêgerîna azadiyê temsîl dike.”

PEYAMA YPJ’Ê: DELÎLA DÊ DI DILÊ ME DE BIJÎ

Di peyama ku ji aliyê YPJ'ê ve hat şandin de, hat destnîşankirin ku têkoşîna Delîla ji bo tevgera azadiya jinê xwedî wateyeke mezin e û ev tişt hatin gotin: “Şehadeta Delîla êşeke kûr çêkir. Ev êş, kîn û hêrsa me ya li dijî kujerên jin û jiyana azad mezin dike.”

Di peyamê de herwisa bal hat kişandin ser têkoşîna Delîla ya ji bo azadiya gelê Êzidî, dubarenebûna komkujiyan û dîtin û rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên windabûyî.

Derbarê rola wê ya di berxwedana Tişrînê de jî ev tişt hatin gotin: “Delîla, di şerê li eniya Tişrînê de roleke girîng lîst; ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Divê malbata wê bi şervaneke wiha serbilind be. Delîla dê her tim di dilê me de bijî”.