Li Helsingborgê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn
Li Helsingborgê ya Swêdê, di şexsê şehîd Bêrîtan de Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.
Li Helsingborgê ya Swêdê, di şexsê şehîd Bêrîtan de Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.
Di şexsê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku 33 sal berê bi berxwedana xwe ya li dijî xiyanetê bû sembola têkoşîna azadiya jinan, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku fedakariya şehîdan rê nîşanî têkoşîna azadiya gelê Kurd dide. Axaftvanan diyar kirin ku şehîdbûn îfadeya herî bilind a berxwedan û îradeya azadiyê ye.
Di axaftinan de, bang li hemû gelê Kurdistanê hat kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê geştir bikin.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê, xwendina helbestan û muzîkê berdewam kir û bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.