Meclîsa Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanê li Elmanya (FCDK-KAWA) ji bo meşa ku wê di 8ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, banga seferberiyê kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevlîbûna Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan ji bo meşê, berpirsyariyeke dîrokî ye û wiha hate gotin: “Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Banga yekîtiyê ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, ji bo gelê me bû destpêka pêvajoyeke nû. Helwesta birêxistinkirî ya gelê me yê li Ewropayê wê di vê pêvajoyê de diyarker be.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku beriya du salan bi pêşengiya akademîsyenên navnetweyî û saziyên dost ve hate destpêkirin, bi mezinkirinê dewam dike û wiha got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û naskirna statuya siyasî ya gelê Kurd armanca me ya bingehîn e. Pêngava Mafê Hêviyê ji bo pêşeroja azad a gelan gavekî dîrokî ye.”
Hate diyarkirin ku hemû saziyên Kurd ên li Ewropayê, pêkhateyên federasyonê û rêxistinên ciwan û jinan wê bi rengê seferberiyê tevlî meşê bibin û ev bang hate kirin, “Em bang li gelê Kurdistanê, dostên Kurdan û hêzên demokrasiyê dikin ku tevlî meşa li Kolnê bibin ku wê ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin. Ev meş ne tenê protestoyek e, wê bibe hevdîtineke dîrokî ku ji bo pêşeroja azad yektîiya gelê me nîşan bide.”
FAYSAL SARIYILDIZ: AZADÎ NIHA HÊ NÊZIKTIR E
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir ku meş li gorî salên berê peyameke watedartir û xurttir dide û wiha got: “Bi hezaran Kurd wê li Kolnê bicivin û şêwe bide meşê. Em ê nîşanî cîhanê bidin ku dema em dibin yek dikarin çi bi ser bixin. Divê her kes cihê xwe di vê roja dîrokî de bigire.”
Sariyildiz bang li hemû gelê Kurdistanê û dostên wan kir ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin û wiha got: “Divê her kes cihê xwe di vê roja dîrokî de bigire. Hemû cîhan wê careke din daxwaza gelê me ya jiyana azad û bi rûmet bibihîze.”