BI DÎMEN

Li Heilbronnê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn

Jînda Nûrhaq ku di bîranîna şehîdan a li bajarê Heilbronnê de axivî, di şexsê Bêrîtan de îşaret bi rola hemû Şehîdên Meha Cotmehê ya di têkoşîna azadiyê de kir û got, “Xwedîderketina li şehîdan erka herî girîng ê şoreşgerî û mirovî ye.”

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê ji aliyê Tevgera Jinên Azad a Ewropayê (TJK-E) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heilbronn (DKTM) ve çalakî hate lidarxistin.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê TJK-E’yê Jînda Nûrhaq axivî.

 Jînda Nûrhaq wiha got: “Heval Bêrîtan û di şexsê wê de hemû Şehîdên me yên Meha Cotmehê jinên ku di xwe de şoreşê pêk anîn bûn. Heval Bêrîtan bi helwest, jiyan û cesareta xwe ji bo ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst mînak, hêvî û sembola berxwedanê ye. Xwedîderketina li şehîdên xwe erka herî girîng a şoreşgerî û mirovî ye. Şehîd sembolên mayînde ya azadiyê ne. Divê em li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bîranînê wan biparêzin. Li ser vê binge em carekî din şehîdên xwe yên pêşeng bi bîr tînin û soz didin ku em ê xeyal û armancên wan pêk bînin.”

Di dawiya axaftinê de banga tevlîbûna meşa girseyî ku wê di 8’ê Cotmehê de ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin, hate kirin.

Bîranîn piştî axaftinan bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir. Hemû beşdaran bi hev re strana “Bêrîtan” û “Sê Jinên Kurd” gotin.