BI DÎMEN

Li Awustralyayê piştgirî ji bo vekirina nûnertiya daîm bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Şandeyek bi pêşengiya Senatorê Partiya Kesk a Awustralyayê David Shoebridge piştî serdana hefteyekê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegeriya welêt û daxwaza avakirina navendek nûnertiya daîmî li herêmê kir.

Şande ji akademîsyen Elisa Boyle, endamê Meclîsa Şaredariyê Îsmet Taştan û endamên Partiya Kesk Baran Sogut û Sam Brennan pêk dihat.

Şande di çerçoveya serdana xwe de bi Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Avîn Siwed û Hisên Osman, her wiha bi nûner û komîteyên jin û ciwanan ên Êzidî, Suryanî û Ereb re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya ku piştî hevdîtinên xwe temam kirin û vegeriyan welatê xwe, di civînek giştî de ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Sydneyê hate lidar xistin, nêrînên xwe parve kirin.

Senator Shoebridge, behsa biryardariya Rêveberiya Xweser a ji bo wekheviya zayendî, pirrengî û avakirina aştiyê û got, "Piraniya meqamên bilind ji aliyê jin û mêrekî ve têne birêvebirin. Di şert û mercên zehmet ên vî demî de ev yek hewldanek pir wêrek e."

Shoebridge, her wiha piştgirî da fikra avakirina navendek nûnertiya daîmî ji bo Rojava û got ku ev dê "gaveke pir erênî be ku dikare li Awusturalyayê were avakirin" û di vî alî de mînakên Filistîn û Taywanê bi bîr xist.

Her wiha di civînê de, girîngiya hewldanên Kombûna Jinên Zenobya ji bo bihêzkirina jinan li Rojava hate nirxandin.

Shoebridge got, "Pêkanîna aştiyê bi qasî serketina di nava şer de zehmet e. Wêrekiya jinan di navenda vê têkoşînê de ye."

Endamên şandeyê, dan xuyakirin ku vîzyona Sûriyeyek piralî û federal armanca bingehîn a Rêveberiya Xweser e û gotin ku divê civaka navneteweyî destekê bide van daxwazan.