Rojnamevanên Belarûsî û Gurcî Xelata Sakharov a PE’yê wergirtin
Rojnamevanê Belarûsî Andrzej Pozcobut û rojnamevana Gurcî Mzia Amaghlobeli Xelata Azadiya Fikir a Sakharov a sala 2024’an wergirtin.
Rojnamevanê Belarûsî Andrzej Pozcobut û rojnamevana Gurcî Mzia Amaghlobeli Xelata Azadiya Fikir a Sakharov a sala 2024’an wergirtin.
Seroka Parlamenta Ewropayê Roberta Metsola roja Çarşemê daxuyanî da û got, “Her du jî ji ber ku karê xwe dikirin û bêedaletî îfşa kirin, hatin girtin.”
Xelat wê meha Kanûnê bi merasîmekê were radestkirin. Metsola ev tişt jî got, “Cezareta Poczobut û Amaghlobeli ji bo her kesê ku bêdengkirinê red dikin, çavkaniya îlhamê ye. Bi cesareta xwe ya vegotina rastiyê berdêlên giran dan û bûn sembola azadî û demokrasiyê.”
Andrzej Poczobut weke nûçegihanê Rojnameya Wyborcza ku yek ji rojnameyên navdar a Polonyayê ye, dixebite. Bi sûcdariya “gef li ewlehiya neteweyî xwariye” 3 sal cezayê hepsê lê hate birîn û niha li girtîgeheke Novopolotsk’ê tê ragirtin.
Mzia Amaghlobeli jî li Gurcistanê damezrînera du saziyên medyayê yên serbixwe ne. Amaghlobeli bi îdîaya di meha Tebaxê de di dema protestoyekê de şeqam li polîsekê xistiye, 2 sal cezayê hepsê wergirt. Rêxistinên mafên mirovan dozê weke hewldana çewisandina azadiya çapemeniyê pênase dikin.
Xelata Sakharov her sal ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve tê dayîna kes yan jî saziyên ku ji bo azadiya fikir û îfadeyê têdikoşin.