Nobeta Azadiyê ya ku her roja Çarşemê li Qada Nations a Cenevreyê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye tê lidarxistin, ket hefteya xwe ya 248’an. Çalakiya vê hefteyê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş), Stêrk Serdar (Zozan Dozdar Haran), Xebat Karaz (M. Yusuf Şik) û Rizgar Serhildan (Reşît Çetînkaya) destpê kir.
Li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Kizilkurt axivî. Kizilkurt diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, banga berpirsyariyê ya ji bo gelan e û wiha got: “Em jî carekî din li vir soz didin ku em ê vê berpirsyariyê bi cih bînin.”
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-GE) Osman Tekîn bal kişand ser pergala tecrîd û êşkenceyê ya 27 sal in li Îmraliyê dewam dike û bang li saziyên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Tekîn got, “Tevî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî êrîş dewam dikin. Ev êrîş hem li dijî manîfestoya wî hem jî li dijî hêviya aştiyê ya gelan e.”
Tekîn destnîşan kir ku ew ê wekî Kurdistaniyên li Cenevereyê dijîn, bi awayekî xurt tevlî meşa ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ ku di 8’ê Cotmehê de li Konê were lidarxistin, bibin.
Çalakî piştî axaftinan heta saet 17:00’an dewam kir.