Li Liverpoolê civîna gel a berfireh
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk beşdarî civînê bû got, "PKK'ê dest ji çekan berda, êdî li ber destê wê ji bilî aştiyê tiştek nîne" û destnîşan kir ku divê kes nefikire ku karibe gelê Kurd bixapîne.
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk beşdarî civînê bû got, "PKK'ê dest ji çekan berda, êdî li ber destê wê ji bilî aştiyê tiştek nîne" û destnîşan kir ku divê kes nefikire ku karibe gelê Kurd bixapîne.
Li bajarê Liverpoolê yê Îngilistanê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd civîneke gel a bi tevlîbûneke berfireh hate lidarxistin. Parlamenterê Amedê yê ji DEM Partiyê Berdan Ozturk jî beşdarî civînê bû. Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Ozturk di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku pêvajo ji demên beriya niha cuda ye û got, "Di nava 10 salan de desthilatdariyê her cûre lîstik li ser Kurdan lîst lê nekarî me biqedîne. Di vê demê de tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan ferz kir, lê di heman demê de berxwedaneke mezin jî hebû. Dewlet ber bi me ve hat, ev yek ne qenciyek e, lê encama vê berxwedanê ye."
Ozturk destnîşan kir ku ew guhertineke radîkal dixwazin û got, "Em ne vegera li ya berê ne jî înkar û asîmîlasyonê qebûl dikin. Cîhan guherî, her tişt guherî. Dihate gotin, 'Kurd nikarin bibin yek', me berevajî vê yekê ispat kir. Daxwaza me ya herî mezin jiyaneke bi hev re û wekhev e."
Ozturk anî ziman ku ew êdî bê çare nînin û got, "Gelek rêyên me hene. Birêz Ocalan di peyamên xwe de van bi şênberî tîne ziman. Banga wî ji bo me hemûyan e."
Oztur got, "PKK'ê dest ji çekan berda, di destê yê hember de ji bilî aştiyê tiştek nema ye. Em ji bo aştiyeke rasteqîn amade ne" û diyar kir ku divê kes nefikire ku karibe gelê Kurd bixapîne.
Berdan Ozturk got, "Em ti carî nehatin xapandin, ji ber ku ji destpêkê ve dirûşma me 'Kurdistan a Azad û Tirkiye ya demokratîk' e. Ev pêvajo bi rûniştinê bi pêş ve naçe. Divê her kes bi berpirsyariyê rabe. Kurdên li dîasporayê jî divê bixebitin; eger berê kesek dixebitî, divê niha sed kes bixebite."
Civîn bi pirsên beşdaran û bersiva Berdan Ozturk bi dawî bû.