Rêveberiya PYD Ewropayê civîna asayî lidar xist
Li bajarê Essen ê Elmanyayê Rêveberiya PYD Ewropa û Meclîsa Jinan a PYD Ewropayê civîna xwe ya asayî lidar xist.
Li bajarê Essen ê Elmanyayê Rêveberiya PYD Ewropa û Meclîsa Jinan a PYD Ewropayê civîna xwe ya asayî lidar xist.
Civîn di 18 û 19’ê Cotmeha 2025’an de li Navenda Kurd a li bajarê Essen ê Almanyayê, hate lidarxistin. Ev civîn her sê meh carekê pêk tê. Endamên rêveberiyê ji hemû welatan beşdarî civînê bûn.
Di her du civînan de xebatên dîplomatîk, rewşa polîtîk a Rojavayê Kurdistanê û pêngavên niha di rojevê de hatin nîqaşkirin.
Di civînê de hate diyarkirin ku ew Sûriyeyekî ne navendî û destûra bingehîn a demokratîk armanc dikin. Di vê çarçoveyê de hevditînên di navbera QSD’ê û rêveberiya demkî ya Şamê de ku niha berdewan dikin, bi berfirehî hatin axaftin.
Çendek rêveberên PYD Ewropayê ji ajansa me re axivîn û gotin: “Hemû xebatên me bo Suriyeyekî demokratîk û ne navendî ye. Em nasnameya hemû gel û baweriyan diparêzin. Xebatên me yên welat û li dîplomasiyê li gorî vê ditînê dimeşe.”
Beşdarên civînê rewşa Rêber Apo jî axivîn. Di vê çarçoveyê de biryar hate dayîn ku bi awayekî xurt beşdarî ‘Meşa Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ a 8’ê Mijdarê li Kolnê bibin. Hat destnîşankirin ku wê hemû endam û meclîsên PYD Ewropayê ji bo tevlîbûna meşê xebatên taybet bikin. Her wiha hate gotin, “Heya Rêberê Gelê Kurd bi awayek fîzîkî azad nebe pêvajoya aştiyê bi ser nakeve.”
Rêveberiya giştî û rêveberiya Meclîsa Jinan a PYD’ê piştî civînê, daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê Meclîsa Jinan Zozan Dêrik ev daxuyanî da:
“Ji bo meşa azadiya Rêber Apo ev demek dirêje em amadekariyan dikin. Çalakiyek navendî ye. 8’ê Mijdarê li bajarê Kolnê pêk tê. Em bang li hemû gelê me yê Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat dikin. Em hêvî dikin ku herkes beşdarî meşê bibe. Em bi dengekê bilind azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Wext hatiye ku Rêber Apo ji zindanê derkeve û fîzîkî di nav gelê xwe de jiyan bike. Bangawaziya me taybet bo gelê me yê Rojava ew e ku her kes bi jin, zarok, kal û pîrên xwe beşdarî çalakiyê bibin.”
Li ser navê rêveberiya PYD Ewropayê jî Fuad Omer ev daxuyanî da:
“Kurdistaniyên bi rûmet, gelê aştîxwaz û azadîxwaz...
Hûn dizanin Rêberê Gelê Kurd ev 25 sal in di zindanên Tirkiyê de ye. Ev tesîra Lozanê ye. Em ji bo ku Lozanê bişkînin, ji bo ku aşitî li herêmê û Kurdistanê pêk were, ji bo gelê Kurdistanê were rizgarkirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd azad bibe, çi pêwist be em ê bikin.
8’ê Mijdarê Kurdên me yê li Ewropayê dê li Kolnê kom bibin. Divê hemû hêzên navnetewî, hêzên mafên mirovan û saziyên aştiyê bi yek dengî û yek bangî azadiya Rêberê Gelê Kurd bixwazin. Her kes dizane bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd pirsgirêk çareser nabe. Ji bo wê em bang li hemû gelê Rojava dikin, 8’ê Mijdarê em li Kolnê kom bibin. Bi yek dengî em dengê xwe bilind bikin.”