Hîmên Zanîngeha Kurd a Navneteweyî bi konferansekê hate danîn
IKHS ku dixwaze hîndekariya bilind a Kurd di asta navneteweyî de xurt bike, li Dresdenê konferansa xwe ya duyemîn lidar xist.
IKHS ku dixwaze hîndekariya bilind a Kurd di asta navneteweyî de xurt bike, li Dresdenê konferansa xwe ya duyemîn lidar xist.
Institut für Kurdische Hochschulstudien (IKHS) ku ji bo hîndekariya bilind a Kurd li asta navneteweyî xurt bike dixebite, Konferansa xwe ya Damezrandinê ya Navneteweyî ya Duyemîn li bajarê Dresden ê Elmanyayê bi malovaniya Deutsches Hygiene-Museum lidar xist.
Di konferansê de ku du rojan dewam kir, ji welatên cuda akademîsyen, siyasetmedar û pispor tevlî bûn. Di konfearnsê de vîzyona Zanîngeha Kurd a Navneteweyî (IKHS.DE) ya tê plankirina ava bibe, modela wê ya perwerdeyê û zemîna avaniya wê ya akademîk hate nîqaşkirin û amadekirin.
Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Serokê IKHS'ê Younes Bahram û Prof. Dr. Christoph Scholz ve hate kirin. Herdu qisekeran qala armanca xurtkirina hevkariya navneteweyî ya li hîndekariya bilind a saziyê kirin.
Wezîrê Hîndekariya Bilind a Herêma Kurdistanê ya Iraqê Dr. Aram Mohammed, Serokê Perwerdeyê ya Saksonya Jêrîn Sebastian Gemkow, Waliyê Silêmaniyeyê Dr. Haval Abu Bakr, Şaredarê Dresdenê Dirk Hilbert û gelek akademîsyen beşdarî konferansê bûn.
Her wiha Şivan Perwer, Dilo Dogan, Cewad Merwanî û Sebastian Romer jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Li ser vîzyona damezrandinê û modela perwerdeyê ya zanîngehê Lezgîn Botan, Prof. Dr. Chrsitoph Scholz, Prof. Dr. Pola Khanga û Dr. Selîm Temo pêşkêşî kirin.
Di rûniştinên konferansê de ku avaniya akademîk û bernameyên perwerdeyê yên zanîngehê bi berfirehî hatin nirxandin Dr. Sakar Îbrahîm, Dr. Hama Saeed Mahwi, Dr. Sivan Saeed, Dr. Masoud Rostami, dr. Khabat Farhad û Dr. Khaldoun Alnabwani tevkarî kirin.
Rayedarên IKHS'ê di axaftina dawî ya konferansê de ragihandin ku konferans ji bo danîna hîmên akademîk û saziyî yên Zanîngeha Kurd a Navneteweyî gaveke dîrokî ye.
Tê payin ku Zanîngeha Kurd a Navneteweyî ya li Dresdenê (IKHS.DE) sala 2026'an dest bi perwedeyê bike. Perwerde wê bi Kurdî, Elmanî û Îngilîzî be. Zanîngeh ji xwe re dike armanc ku di mijarên Kurdolojî, wêje, dîrok, civaknasî, huner û endezyariyê de bernameyên lîsansê û lîsansa bilind pêşkêş bike.