Li Frankfurtê şeva piştevaniya bi Yenî Ozgur Polîtîkayê re
Li Frankfurtê bi dirûşma "Pênûsa wan wê li erdê nemîne" şeva piştgiriya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate lidarxistin.
Li Frankfurtê bi dirûşma "Pênûsa wan wê li erdê nemîne" şeva piştgiriya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate lidarxistin.
Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê li Saalbau Griesheimê, ji bo piştgiriya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re şevek hate lidarxistin. Di şevê de ku gelek xwendevanên rojnameyê amade bûn, siyasetmedar Gultan Kişanak axivî. Her wiha Erdogan Emîr, Berfîn Mamedova û Hozan Comerd derketin ser dikê.
Şeva ku bi dirûşma "Pênûsa wan wê li erdê nemîne" hate lidarxistin, saet ci 17:00 de di şexsê Gûrbetellî Ersoz de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û çapemeniyê destpê kir.
Bi navê Yenî Ozgur Polîtîkayê daxuyaniyek hate dayin û li hemberî şerê serwerên cîhana nûjen de işaret bi girîngiya medyayê hate kirin.
Hate ragihandin ku Medya Kurd a ku li ser mîrateya dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ava bû, îro bi rojname, televîzyon, radyo û ajansên xwe bûye xwedî toreke berfireh û hate gotin, "Ev yek bi mîrateya wan rojnamevanan mezin bûye ku her pênûsa kete erdê rakirin, her ofîsa hate girtin vekirin, guh nedan gefên kuştinê û zindanîkirinê û dan pey heqîqetê."
Di daxuyaniyê de rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka weke platforma medya Kurd a li sirgûnê hate pênasekirin.
'JI BO HER MALÊ ROJNAMEYEK'
Nûnerê Yenî Ozgur Polîtîkayê ev bang li gel û xwendevanên xwe kir. "Ji bo rojnameyeke hîn xurt û bi kalîte bi pîvana 'ji bo her malekê rojnameyek' tevbigerin, bibin abone, bi rexne û pêşniyarên xwe me xurt bikin. Yenî Ozgur Polîtîka saziya we ye, yê ku xwedî lê derkevin û dewam bikin hûn in."
Nûnerê rojnameyê bi vê gotinê axaftina xwe qedand: "Ji ber piştevanî û daxwaza we ya piştgiriyê em spasiya we dikin."
GULTAN KIŞANAK: EJ JI RÊYEKE DÛR TÊN, LÊ BELÊ BI HÊVÎ NE
Siyasetmedar Gultan Kişanak jî bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir. Gultan Kişanak anî ziman ku piştî salên dûr û dirêj ji bo tevlî bernameyekê bibe hat Ewropayê û got, "Em ji rêyeke dûr û dirêj tên, hevrêyên me gelekî kevn in. Me berdêl dan, zor û zehmetî dîtin lê belê eger em xwedî li ked, bîranîn û hevrêyên xwe yên ji destdayî derkevin, em nêzî serketinê ne. Em hinekî xemgîn in, hinekî bi fikar in, lê belê gelekî bi hêvî ne."
'YENÎ OZGUR POLÎTÎKA KEVNEŞOPIYEK E, DIBISTANEK E'
Di dewama axaftina xwe de Gultan Kişanak anî ziman ku Yenî Ozgur Polîtîka dibistanek e û got, "Ev rêya ku bi Ozgur Polîtîkayê destpê kir bi ajansan, kovaran, televîzyonan dewam kir û evv kevneşopî dewam dike. Hevalên me bi biryar in ku vê têkoşînê dewam bikin. Çi wezîfe bikeve ser milê me divê em bi cih bînin."
Gultan Kişanak di serdema medya dîjîtal de bal kişand ser girîngiya nivîsê û çapemeniya azad û got, "Medya dîjîtal dikare rastiyê berevajî bike. Lewma pênûs û nivîsên çapemeniya azad bişopînin."
'XWEDIYÊN RASTEQÎN ÊN VÊ PÊVAJOYÊ EM IN'
Gultan Kişanak qala Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî kir û anî ziman ku divê gel xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Gultan Kişanak got, "Muxatabekî vê bangê dewlet be, muxatabê din jî em in. Li gel veguherîna dewletê divê em jî xwe li gorî ruhê pêvajoya nû biguherînin. Xwediyên rasteqîn ên vê pêvajoyê gel, jin û ciwan in."
Gultan Kişanak di dawiya axaftina xwe de silavên Rêber Apo ragihand û got, "Rêber Apo ji her kesên li çar aliyên cîhanê, Ewropa, Rojava, Rojhilat, Şengal, her kesên ku dilê xwe bi Kurdanê re lê dide, silavên xwe şand. Azadiyê di dilê xwe de, di mejiyê xwe ve hilgirin, bigihînin welatê xwe. Hûn li ku dibin bibin, dilê we welat bi xwe ye."
PEYAMA ZEKÎ BAYHAN: YENÎ OZGUR POLÎTÎKAYA ÇEPERA BERXWEDANÊ YE
Endamê Kolektîfa Îmraliyê nivîskar Zekî Bayhan jî peyameke piştevaniyê ji şevê re şand. Bayhan di peyama xwe de got, "Ozgur Polîtîka bi dehan sal in bûye çepereke berxwedanê ya girîng a têkoşîna me ya azadiyê. Serwerr aqlê kolektîf ê gelan belav dikin, lê belê bi aqlê Kurd ê azadbûyî re ev gel careke din li ser dika dîrokê ye. Yenî Ozgur Polîtîkayê ku ji dîasporayê heta çiyayên Kurdistanê pirek ava kir, bû dengê çanda me ya welatparêziyê."
Bayhan di dawiya peyama xwe de silavên Kolektîfa Îmraliyê û girtiyên li girtîgehan ragihand û got, "Bi hêviya ku rojên Yenî Ozgur Polîtîka li Kurdistana azad bê belavkirin nêzîk e, bi silav û hezkirinê."
Di şeva piştevaniyê de hunermend Hozan Comerd, Berfîn Mamedova û Erdogan Emîr derketin ser dikê.