YE’yê li ser bernameya nû ya pîşesaziya parastinê li hev kir

Yekîtiya Ewropa (YE), piştî hevdîtinên dirêj li ser fona parastinê ya nû ya bi navê Bernameya Piştgiriya Pîşesaziya Parastinê ya Ewropayê (EDIP) li hev kir.

Bernameya parastinê ya nû ya yek û 5 mîlyar euroyî ya YE’yê armanc dike ku projeyên parastinê yên hevpar di navbera salên 2025 û 2027’an de pêş bixe û girêdayîbûna çekan a Ewropayê bi DYE’yê kêm bike.

Armanca bernameyê ew e ku rêjeya kirîna çekan ji derveyî YE’yê ji sedî 60 kêm bike. Her wiha Ukranya wê ji budçeya giştî 300 milyon euro par bigire.

Di heman demê de tevkariyên ji welatên mîna Brîtanya û Kanadayê dê wekî fînansmana zêde werin hesibandin.

Bername wê çarçoveyek qanûnî ya nû ji bo veberhênanên hevbeş û kirîna çekan di nav YE’yê de saz bike.