Komîsyona Venedîkê: Eger Tirkiye di mijara reformên qanûnî de alîkariyê bixwaze, dikare nêrînê werbi

Komîsyona Venedîkê ku di mijarên destûra bingehîn a Konseya Ewropayê de organa şêwirmendiyê ye, diyar kir ku ji aliyê reformên destûra bingehîn û qanûnî de eger Tirkiye bi fermî daxwazê bike wê karibe nêrîn û piştevaniya hiqûqî pêşkêş bike.

KOMÎSYONA VENEDÎKÊ

Piştî ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara "Mafê Hêviyê" de di biryara xwe ya meha Îlonê de işaret bi "Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî" ya li Meclîsê kir, têkildarî pêvajoyê nîqaşên li ser reformên destûra bingehîn ketin rojevê. Di vê çarçoveyê de tevkariyeke gengaz a Komîsyona Venedîkê jî bû mijareke rojevê.

'TENÊ DEMA DAXWAZEKE FERMÎ BÊ KIRIN WÊ NÊRÎN BÊ AMADEKIRIN'

Wezîfedara Têkiliyên Çapemeniyê ya Departmana Medyayê ya Konseya Ewropayê Tatiana Baeva-Frachon bersiv da pirsên ANF'ê û anî ziman ku komîsyon tenê li ser daxwazên fermî nêrînê amade dike.

Baeva-Frachon got, "Komîsyona Venedîkê nêrînên xwe yên hiqûqî yên ji bo welatan, tenê li ser daxwaza meqamên erkdar ên dewleta pêwendîdar, organên Konseya Ewropayê (Meclîsa Parlamenteran, Komîteya Wezîran, Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî), Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropa yan jî saziyên navneteweyî yên hatine wezîfedarkirin, amade dike."

Vê daxuyaniyê asta Konseya Ewropayê da nîqaşên li ser reforma qanûnî û destûra bingehîn ku di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de li Meclîsa Tirkiyeyê têne kirin. Bi taybetî ji bo sererastkirin li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) be, tevkariya komîsyonê girîng e.

KOMÎSYON VENEDÎKÊ ÇI YE?

Komîsyona Venedîkê ku sala 1990'î ava bû û di bin sîwana Konseya Ewropayê de kar dike, ji bo destûra bingehîn, qanûnên hilbijartinê, reformên dadgeriyê li gorî PMME û pîvanên demokratîk li welatên endam bêne amadekirin, dibe alîkar.