Tevî nerazîbûnan jî Parlamenta Yewnanîstanê roja xebatê ya 13 saetan pejirand

Parlamenta Yewnanîstanê piştî nîqaşa du rojan pêşnûmeyek ku destûrê dide karker 13 saetan rojê bixebitin, pejirand. Partiyên opozîsyon û sendîkayan ev yek wekî "êrîşek li ser mafên karkeran" bi nav kirin.

Pêşnûmeqanûnek ji aliyê Partiya Demokrasiya Nû ya desthilatdar a Yewnanîstanê ve hatî pêşkêşkirin, dê rê bide karmendan ku rojê heta 13 saetan ji bo heman kardêr bixebitin û ji bo saetên zêde mûçeya xwe ya ji sedî 40 zêde bikin.

Partiyên çepgir û sendîkayan bi tundî rexne li qanûnê kirin û diyar kirin ku ev yek mafên karkeran kêm dike. Li welêt du grevên giştî hatin lidar xistin. GSEE hişyarî da ku ev pêşnûme wê şert û mercên xebatê hîn xirabtir bike.

Wezîra Kar û Ewlehiya Civakî Niki Kerameus, diyar kir ku ev biryar bi temamî xwe dispêre dildariyê û got, “Kes ne mecbûre 13 saetan bixebite.” Niki Kerameus, diyar kir ku gelek kes ji sektora turîzmê bi taybet ji bo saetên dirêj ên xebatê serî lêdane û got ku ev pêşnûme ji bo wan derbasdar e.

Niki Kerameus, her wiha got ku ev pêkanîn dê herî zêde 37 rojan di salê de were sepandin.

Lê belê, dijberan destnîşan dikin ku ji ber mûçeyên kêm û çavdêriya qels, saetên zêde "bi dilxwazî" dikarin bibin zexteke fiîlî.  Her wiha ew behsa xetera binpêkirina mafê 11 saetan a bêhnvedanê dikin.

Li gorî daneyên Eurostatê, ji sedî 20,9’ê karmendan li Yewnanîstanê heftê ji 45 saetan bêhtir dixebitin.