Di navbera Şaredariya Tremblay-en-France û ya Sûrê de protokola hevkariyê
Di navbera bajarê Tremlay-en-France yê Fransayê û navçeya Sûr a Amedê de protokola hevkariyê ya navneteweyî hate îmzekirin ku ev yek wê piştevaniya navbera gelan xurt bike.
Di navbera bajarê Tremlay-en-France yê Fransayê û navçeya Sûr a Amedê de protokola hevkariyê ya navneteweyî hate îmzekirin ku ev yek wê piştevaniya navbera gelan xurt bike.
Merasîm li avahiya Şaredariya Tremblay hate lidarxistin. Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û Alîkara Serokatiya Şaredariya Tremblay Virginie de Carvalho jî amade bûn. Salon bi pêşangeha ku dîrok, çand û ruhê berxwedana Amedê nîşan dide, hate xemilandin.
Hevşaredarê Surê Adnan Orhan destnîşan kir ku têkiliya bi navbeynkariya Tremblay di navbera gelê Kurd û Fransa de hatî çêkirin, pireke girîng e û diyar kir ku sîstema hevserokatiyê ya gelê Kurd û paradîgmaya wê ya azadîxwaziya jinê mînak e. Orhan her wiha bal kişand ser pêvajoya diyalogê ya navbera Rêber Apo û dewleta Tirk û hêviyên xwe yên ji bo aştiyê û bi dawîbûna şer parve kir. Orhan got, “Sûr dilê Amedê ye. Dema Fransa tê gotin, Parîs tê bîra mirov, lê êdî dema Fransa tê gotin wê Tremblay were bîra me.”
Hevşaredar Fatma Gulan Onkol anî ziman ku hevkarî li ser navê wekhevî û mirovahiyê girîng e û got, ew bawer dike ku di navbera her du bajaran de piştevanî bidome. Gulan Onkol wiha got, “Me germahiya gelê Tremblay hîs kir, me nirxên xwe yên hevpar dît û em bi hêvî ne. Ez bawer dikim ku em ê vê hevkariyê bidomînin.”
Alîkara Serokatiya Şaredariya Tremblay Virginie de Carvalho jî zextên li ser gelê Kurd şermezar kir û diyar kir ku Tremblay li ser esasê nirxên demokratîk, wê ti carî li hemberî bêedaletiyê bêdeng nemîne.
Carvalho got, “Girêdayî nirxên azadî, wekhevî û xwişk-biratiyê em bi têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd re ne.”
Carvalho pêngava Şaredariya Sûrê ya ku di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de ji bo her jinekê dar bê çandin, weke “semboleke ku îlhamê dide” pênase kir.
Protokola hatî îmzekirin ji bo aştî, azadiya jinê û têkoşîna jiyana demokratîk, weke gaveke dîrokî hate nirxandin.