Pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" ku bi pêşengiya dostên gelê Kurd di 10'ê Cotmeha 2023'an de destpê kir, kete sala xwe ya 3'yemîn. Li gel ku pêvajoyek pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin jî ji aliyê dewleta Tirk ve di vê demê de gavên divê bêne avêtin nehatine avêtin. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ji bo xwedîderketina li pêvajoyê û xurtkirina destê Rêber Apo di 8'ê Mijdarê de wê li bajarê Koln ê Elmanyayê çalekiyeke navendî lidar bixin.
Ji tevahiya Ewropayê wê tevlîbûn li mîtînga li Kolnê bê kirin ku wê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re" di 8'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Komîteya pêngava "Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" ya Swîsreyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê (NCDK) bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe civînek lidar xist. Di civînê de piştî ku hevdîtinên navbera dewleta Tirk û Rêber Apo yên li Îmraliyê hatin nirxandin, amadekariyên ji bo mîtînga Kolnê di ber çavan re hatin derbaskirin. Hate ragihandin ku li hemû qadên ku NCDK lê ne otobus hatine amadekirin.
SEFERBERIYA MEHEKÊ
Komîteya pêngavê wê mehekê serdana malan bike û pêwîstiya bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vebêje. Li gel otobusên hatin amadekirin wê wesayitên taybet ên mirovên welatparêz jî bêne amadekirin, ku bi vî rengî girseya gel karibe tevlî mîtîngê bibe.
Berdevkê komîteya Bernê ya pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" Nejdet Atalay bang li gel kir û got, "Di nava 40-50 salan de ji bo azadiya Kurdistanê me berdêlên giran dan. Em êdî gihîştin asteke welê ku bi dewletê re hevdîtinan dikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em di dewletê re danûstandinan dikin. Divê em bar hemû li ser milê Rêber Apo nehêlin. Weke gel, weke şagirtên Rêber Apo, weke dilxwazên şoreşa Kurdistanê divê em vî barî sivik bikin û piştgiriyê bidin Rêber Apo.
Rêber Apo got, 'Heta ku civak azad nebe azadiya şexsî nepêkan e'. Yanî azadiya mirov bi azadiya civakê dibe. Ji bo vê jî divê em gelê xwe azad bikin, gefên li ser Rojava ji holê rakin, ji bo azadiya ziman, çand û xaka xwe têkoşînê mezin bikin.
Ji bo vê jî em ê di 8'ê Mijdarê de li Kolnê meş û mîtîngeke bi heybet lidar bixin. Di vê mîtîngê de em ê daxwaza azadiya Kurd û Kurdistanê bikin. Em nikaribin tiştekî bikin jî divê em dengê xwe bikin yek, hêviya xwe bikin yek, daxwazên xwe bikin yek û li Kolnê bi dengekî mezin bilind bikin. Ev deng divê bigihêje çar parçeyên Kurdistanê û girava Îmraliyê. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku tevlî vê meş û mîtîngê bibe. Werin em dest bidin hev, Rêber û welatê xwe azad bikin."