BI DÎMEN

Nobeda Azadiyê: Kî berê xwe bide Îmraliyê wê bi ser bikeve

Nobeda ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beriya 13 sal li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, dewam dike. Nobedarên hefteya 695'an koma ji bajarê Oldenburg ê Elmanyayê ye.

Dadaş Kuyucuoglu, Omer Akan û Şêxmus Akbaş ên ji Oldenburgê hatîn, di hefteya 695’an de çalakiya nobetê dewr girtin.

Dadaş Kuyucuoglu li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku beriya 28 salan li hemberî Rêber Apo komployeke “namerdane” û “bêwijdanî” pêk hat û komploya 9’ê Cotmeha 1998’an şermezar kir.

Kuyucuoglu hêzên rojavayî jî yên ku di komployê de cih girtin û bûn sedem Rêber Apo ji Sûriyeyê derbikeve, şermezar kir û destnîşan kir ku Rêber Apo ji destpêkê ve ji bo pirsgirêka Kurd bi aştiyane were çareserkirin, hewl dide.

Kuyucuoglu banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi bîr xist û got, “Mîmarê aştî û azadiyê Rêbertiya me ye.”

Kuyucuoglu diyar kir ku ew ji bo çareseriyê ji Rêber Apo bawer dikin û got, “Rêberê me çi biryar bide em bi wî re ne. Dewleta Tirk bang dike: ‘Kî berê xwe bide Enqere û Şamê wê bi ser bikeve’. Em jî dibêjin ku kî berê xwe bide Îmraliyê û Kurdan wê bi ser bikeve.”