Nobeta Cenevreyê: Ger aştî wê pêk were, divê Rêber Apo azad bibe
Nobeta ku bi salan e ji bo azadiya Rêber Apo li Cenevreyê tê lidarxistin, vê hefteyê jî berdewam kir.
Nobeta ku bi salan e ji bo azadiya Rêber Apo li Cenevreyê tê lidarxistin, vê hefteyê jî berdewam kir.
Kurdistaniyên li Ewropayê ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li Qada Nationsê ya Cenevreyê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, nobetê digirin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bang li saziyên navneteweyî dikin.
Nobeta vê hefteyê di şesxê Asya Alî, Rojger Hêlîn, Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan de bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Li ser navê Komîteya Azadiya Rêber Apo ya Cenevreyê Tekîn Baydag axivî û got: "Wekî ku hûn dizanin em her hefte li vir nobetê digirin. Em ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li vir in. Wekî ku tê zanîn pêvajoyek heye, lê hikûmeta AKP'ê jidil nêzîkî pêvajoyê nabe. Baweriya me bi tevgera heye û em şopdarê têkoşîna xwe ya mafdar in.”
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Osman Tekîn jî di nobetê de axivî. Osman Tekîn bal kişand ser pêvajoya ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo dest pê kir. Tekîn bertek nîşanî nebûna rêziknameyên qanûnî yên ku rê li ber mafê hêviyê û siyasetê vedikin, da.
Osman Tekîn wiha berdewam kir: "Ger aştî pêk were, sermuzakervanê wê yê sereke Rêber Apo ye û divê ew azad bibe. Dewleta Tirk li gelek deverên cîhanê wekî kevokek aştiyê tevdigere da ku aştiyê pêk bîne, lê mixabin ji bo aştiya navxweyî tevnagere û hîn jî înkar û îmhayê li ser gelê Kurdistanê ku jê re dibêje em xwişk-biran e, dimeşîne. Ev yek nîşanî dide ku bê dewleta Tirk çiqas durû û bêbawer e. Em wekî gelên Kurdistanê, di vî warî de banga xwe dubare dikin; bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e.”
Nobet bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.