BI DÎMEN

Li Londonê çalakiya ‘War û Bîr’ hate lidarxistin

Li Navenda Civaka Kurd a Londonê çalakiya “War û Bîr" hate lidarxistin. Di çalakiyê de fîlm hate pêşandan û di beşên panelan de bê bîra civakê bi rêya hunerê çawa dikare zindî were hiştin hate nîqaşkirin.

Li paytexta Îngilistan Londonê bi organîzasyona hevbeş a Meclîsa Jinan a Jiyan û Meclîsa Gelê Kurd, çalakiya “War û Bîr" hate lidarxistin.

Nivîskar Rober Koptaş, derhêner û nivîskar Îlham Bakir û nivîskar û ramanwer Aydin Çûbûkçû beşdarî  çalakiya ku li Navenda Civaka Kurd hate lidarxistin, bûn. Di çalakiyê de bê bîra civakê bi rêya hunerê çawa dikare zindî were hiştin hate nîqaşkirin.

Çalakî bi pêşandana belgefîlma derhêner Îlham Bakir "Deng û Kilît" dest pê kir. Fîlm şopa war û bîrên ku hatine çawisandin dişopîne. Fîlm bandorek kûr li ser temaşevanan kir.
Bakir piştî pêşandanê axivî û serpêhatiyên xwe yên di dema kişandina fîlm de parve kir û got, "Li gundên terkkirî ne tenê bêdengî hebû; di heman demê de dengvedana rabirdûyê jî hebû." Bakir anî ziman ku fîlm şopên gundên wêrankirî, zimanên bêdengkirî û şopên jêbirî dişopîne.

Di beşa duyemîn a bernameyê de, nivîskar Rober Koptaş li ser pirtûka xwe ya dawî “Ûnûfak" axivî. Koptaş diyar kir ku vegotinên wî li dora mijarên nasname, koçberî û bîranînê teşe girtine û destnîşan kir ku vegotin di nava hewldanên başkirina hem kesane û hem jî yên civakî de ne. Koptaş anî ziman ku şopandina rabirdûyê celebek berxwedanê ye û got, "Çîroka gelekî her ku tê gotin dijî.” 

Koptaş bal kişand ser jêbirina sîstematîk a bîra gel a li ser war û got, "Li ser cihên ku berê goristan bûn xanî hatine çêkirin û zevî hatine vekirin. Niha, kes nikare bêje, 'Ermenî li vir dijiyan’.” Koptaş anî ziman ku tevî vê yekê jî navên cihên kevin di zimanê gel de dijîn û wiha domand: “Ev formeke berxwedanê ya bîrê bi xwe ye.”

Aydin Çûbûkçû di dawiya panelê de axivî û li ser aliyên civakî û siyasî yên têkiliya di navbera war û bîr de rawestiya. Çûbûkçû diyar kir ku dewlet di pêvajoya avakirina bîra îdeolojîk de bi hilweşandina rabirdûyê vegotinên xwe ava dike û got, "Bi hilweşandina avahiyekê, ne tenê keviran di heman demê de hebûna gel jî ji holê radikin."
Çûbûkçû bal kişand ser berxwedana gel a li hember vê endezyariya bîrê û  w”iha pêde çû: “Dibe ku navekî nû li kolanekê bê kirin, lê gel wê bi navê wê yê kevin bi bîr tîne. Ev şêweyê berxwedana bîrê bi xwe ye."

Di dawiya çalakiyê de, beşdaran spasiya axaftvan û organîzatoran kirin û hêviya xwe ji bo berdewamiya civînên bi vî rengî anîn ziman. Nûnerên Meclîsa Jinan a Jiyan û Meclîsa Gelê Kurd anîn ziman ku parastina bîrê celebek berxwedana çandî ye û gotin: “Jiyandina war, bîr û ziman, tê wateya ku gel xwe ji nû ve ava bike.”