Li Belçîkayê greva giştî: Bi deh hezaran kes wê li Brukselê bimeşin
Bi banga sendîkayan li Belçîkayê di çarçoveya greva neteweyî de tunelên paytext Brukselê li trafîkê hatin girtin. Amadekarî ji meşeke mezin re tê kirin.
Bi banga sendîkayan li Belçîkayê di çarçoveya greva neteweyî de tunelên paytext Brukselê li trafîkê hatin girtin. Amadekarî ji meşeke mezin re tê kirin.
Çalakiya ku tedbîrên aboriyê yên hikumeta koalîsyona 'Arizona' şermezar dike, asta herî bilind a seferberiya sendîkayî ya mehên dawî ye.
Sendîkayên FGTB, CSC û CGSLB li ber plîtîkayên hikumetê radibe ku bi peyama "Hîn demdirêj û hîn zêde bixebite" tê naskirin. Sendîka li ber plana kêmkirina mûçeyên teqawîtan, bêkaran, nermkirina mercên kar ên bi şevê, kêmkirina budçeyê û zêdekirina endeksa nû radibin.
Ne tenê sendîkayên karkeran her wiha tevgerên aştiyê, rêxistinên ku li dijî xizaniyê têdikoşin, yekeyên sîgorta yên tenduristiyê û komeleyên hawirdorê jî piştgiriyê didin xwepêşandanê. Amadekaran ji bo meşa aştiyane ya ku her kes xwe ewle bibîne, banga tevlîbûnê kirin. Polîsên Brukselê diyar kirin ku wan rîskên ewlekariyê nirxandine û tedbîrên pêwîst wergirtine.
TÊ PAYIN KU TRAFÎK BIXITIME
Rêyên Hesinî yên Belçîkayê (SNCB) ragihand ku ji bo beşdarên çalakiyê karibin xwe bigihînin Brukselê wê 12 seferên din ên trenê pêk bîne. Lê belê tora ragihandina herêmî Stib, Tec û De Lijn wê di asteke bilind de asê bibe.
Bandora grevê li trafîka hewayî jî kir: Temamiya seferên ji Brukselê û nîvê balafirên tên balafirgehê hatin betalkirin. Li Balafirgeha Charleroiyê jî hem rabûn hem jî daketina balafiran bi temamî hate betalkirin.
Polîsên Brukselê hişyarî dan ku mirov bi wesayitên xwe yên taybet neyên bajêr. Xwepêşandan wê ji Gar a Bakur destpê bike û heta Gar a Mîdî dewam bike.