KON-MED'ê ji bo meşa li Kolnê bang kir
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça ji bo meş û mîtînga 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û dostên wan kir.
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça ji bo meş û mîtînga 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û dostên wan kir.
Kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re" keta sala 3'emîn ku bi beşdariya kesayetên li cîhanê naskirî di 10'ê Cotmeha 2023'an de destpê kir. Bi vê wesîleyê 8'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Deutzer Werft/Koln'ê bi dirûşma "Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re, Azadî ji Abdullah Ocalan re" meş û mîtîngek wê bê lidarxistin. Hevseroka KON-MED'ê R3uken Akşa ji ANF'ê re axivî û got, "Em bang li gelê Kurd, dostên xwe û hemû derdorên demokratîk ên li Ewropayê dikin ku bi xurtî tevlî bibin."
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça anî ziman ku gelê Kurd bi dehan salan têkoşîneke bi rûmet meşandin; vê pêvajoya demdirêj û zehmet ku bi berdêlên giran hate meşandin îradeyeke demokratîk û hişmendiya civakî ya xurt afirand û destnîşan kir ku ev yek têkoşîneke ji bo paşerojeke wekhev, adil û aştiyane ya gelan e.
Rûken Akça "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a 27'ê Sibatê ya Rêber Apo bi bîr xist û destnîşan kir ku hem Kurd hem jî dostên wan li Kolnê divê helwesteke hevpar nîşan bidin. Rûken Akça got, "Ji bo ev dema dirêj a şer veguhere aştiyê, lêgerîna li çareseriya demokratîk û jiyana hevpar a gelan Rêber Apo bi roleke dîrokî rabû. Pêvajoya ku 27'ê Sibatê destpê kir, ji bo paşeroja hevpar a gelan firsendeke girîng afirandiye. Ji bo ev pêvajoyê encamên erênî û mayinde bi xwe re bîne, divê gelê Kurd û dostên wan di nava hevgirtin û yekîtiyê de helwesteke xurt nîşan bidin."
MEŞA LI KOLNÊ NE TENÊ ÇALAKIYEK E
Rûken Akça diyar kir ku meş û mîtînga li Kolnê ne tenê çalakiyek e û got, "Meşa li Kolnê bê kirin, ne tenê çalakiyek e; roja ragihandina daxwaza çareseriya demokratîk, yekîtiya neteweyî û îradeya azadiyê ya gelê me ye. Ev meş di heman demê de banga piştgiriya civakî ya li pêvajoya danûstandinan û xurtkirina perspektîfa demokrasî û aştiyê ye. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku beşdarî vê meşa dîrokî bibin. Werin em li dora azadiya Rêber Apo bicivin, ji bo paşeroja hevpar a gelan, azadî, aştî û demokrasiyê li Kolnê kom bibin."
JI HER ALÎ VE AMADEKARÎ TÊNE KIRIN
Hevseroka KON-MED'ê ku di nava Komîteya Amadekar a Meşa li Kolnê de ye, anî ziamn ku wan li gel hêza rêxistinî ya civaka Kurd a li Ewropayê KCDK-E, TJK-E, KON-MED'ê koordîneyeke hevpar ava kirine û bi hev re dixebitin.
Rûken Akça got, "Weke KON-MED em malovaniyê ji vê meşa mezin û bi wate re dikin. Li qadên me hemûyan kar destpê kiriye. Civînên gel têne lidarxistin, serdan li malbatan û dikandaran tê kirin. Bi armanca agahdarkirinê afîş têne daliqandin û belavok têne belavkirin."
Di dawiya axaftina xwe de jî Rûken Akça ji bo azadiya Rêber Apo banga xwedîderketina li îrade û statuya gelê Kurd hate kirin.