Li Belçîkayê Zûhal Demîr xwest îmamên Tirk bikevin ber lêpirsînê

Li Herêma Flaman a Belçîkayê Wezîra Xebitandinê a ji partiya N-VA Zûhal Demîr anî ziman ku Tirkiye bi rêya "pasaporta kesk" îmamên nêzî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji Belçîkayê re têne şandin.

Wezîr Zûhal Demîr roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku di vê mijarê de bang li Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot (Les Engages) kiriye ku lêpirsîneke fermî bide destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Zûhal Demîr, kesên ku Tirkiye pasaporta kesk dide wan mecbûriyeta wan a vîzeya Schengenê namîne û dikarin li Belçîkayê heta 90 rojî bimîne. Bi vê pasaportê her wiha destûra kar a ji bo nûnerên civatên olî jî ji holê radibe.

Zûhal Demîr got, "Pîvanên bi vî rengî ji sala 2019'an û vir ve hîn bêhtir hatin girankirin. Armanc ew bû ku pêşî li bandora dewletên biyanî ya li ser civatên xwecihî bê girtin." Zûhal Demîr diayr kir ku li gel vê yekê jî Tirkiyeyê bi rêya Serokatiya Karên Diyanetê ev pîvan ji holê rakiriye.

Zûhal Demîr got, "Enqere îmamên ji Diyanetê dişîne Belçîkayê ku Diyanet yekser di bin erka Serokkomar Erdogan de ye."

Li gorî daneyên Wezîr Zûhal Demîr ji 18 serlêdanên kar ên sala 2024'an hatin kirin 17 ji wan bi vê hincetê hatin redkirin.

ZÊDEYÎ 60 MIZGEFTÊN DIYANETÊ HENE

Zûhal Demîr anî ziman ku li seranserê Belçîkayê zêdeyî 60 mizgeftên ser bi Diyanetê hene û 43 ji wan li herêma Flandreyê ne.

Wezîra Flaman got, pirsgirêkên bi heman rengî li Elmanya, Fransa û Hollandayê jî ketiye rojevê.

Zûhal Demîr got, "Li Elmanyayê têkildarî 19 îmaman lêpirsîna sîxuriyê hate destpêkirin, ev yek jî di navbera Berlîn û Enqereyê de bû sedema rageşiya dîplomatîk. Li Fransayê jî di dema Serokkomar Emmanuel Macron de ji bo kêmkirina erka îmamên Diyanetê reform hatin kirin."

DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN

Zûhal Demîr anî ziman ku ji ber van bûyeran hemûyan pêwîstî bi lêpirsîneke fermî heye û bang li Wezîrê Karên Derve Prevot kir ku tedbîrên lezgîn werbigire.

Wezîra Xebitandinê got, "Em nikarin destûrê bidin ku hêzeke biyanî bandorê li ser civaka Flaman bike."