Şehîdê enternasyonalîst di 6emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

Enternasyonalîstê Elman Andok Cotkar (Konstantin Gedig), ku beşdarî parastina Şoreşa Rojava bû û di sala 2019’an de li Serêkaniyê şehîd bû, li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Enternasyonalîstê Elman Andok Cotkar (Konstantin Gedig) ku di êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê de di 16’ê Cotmeha 2019’an de şehîd bûbû, bi boneya 6emîn salvegera şehadeta xwe li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi bîranînekê hate yadkirin. Hejmareke zêde ji dostên Kurd û Kurdistanî beşdarî bîranîna ku li Meclîsa Gel a Kurd a Kielê hat lidarxistin bûn.

Kesên ku di bîranînê de axivîn, qala kesayetiya şehîd Andok Cotkar a durist, hevalbend û bi biryar kirin.

DER BARÊ ANDOK COTKAR DE

Andok Cotkar ji bo parastina Şoreşa Rojava ya ku di bin êrîşa dewleta Tirk, DAÎŞ û çeteyên wê yên cûrbecûr de bû, di sala 2016’an de tevlî YPG’ê bûbû û di têkoşînê de roleke çalak girtibû.

Andok Cotkar, ku hîn 24 salî bû şehîd bû, piştî ku di payîza 2017’an de cara yekemîn bi giranî birîndar bû, vegeriya Elmanyayê û li Kielê di dibistaneke zimanê Kurdî de xwend, piştî başbûna xwe dîsa vegeriya herêmê. Andok Cotkar di dema şerê dagirkirina Serêkaniyê yê dewleta Tirk de di encama êrîşeke hewayî de şehîd ket.