Serpîskoposê Qibrisê: Tirkiye xwe li ser herêmê ferz dike
Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn destnîşan kir ku Tirkiye niha xwe li ser tevahiya herêmê ferz dike, dixwaze hêza xwe nîşan bide û ji cîhana azad xwest ku li ber vê yekê rabe.
Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn destnîşan kir ku Tirkiye niha xwe li ser tevahiya herêmê ferz dike, dixwaze hêza xwe nîşan bide û ji cîhana azad xwest ku li ber vê yekê rabe.
Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn anî ziman ku di nava şert û mercên heyî de pêwîstî bi derfetê berxwedan û parastinê heye û got, "Li gel daxwaza me ya ji bo çareseriyeke aştiyane, divê em ji xwe re bikin armanc ku li Qibrisê mertaleke parastinê ava bikin."
Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn bersiv da pirsên ANF'ê û têkildarî bandora Tirkiyeyê ya li ser Qibrisê ku bi 'dagirkeriyê' tê pênasekirin, ev nirxandin kir:
"Em vê bandorê her roja jiyana xwe ya rojane dibînin. Li herêmên dagirkirî şêniyên resen ji cih û warê xwe bûn û jiyana wan ji bingehê ve hate guhertin. Ji Tirkiyeyê mirov têne anîn û bicihkirin. Bi armanca guhertina demografiya herêmê kolonîkirin tê kirin. Qibrisiyên Tirk jî koç kirin; piraniya wan çûn derveyî welat, lewma li herêmên dagirkirî yekbûna civakî tine bû. Çanda me, dêrên me, gorên me hatin hilweşandin, şopên li ser rabirdûya me hatin tinekirin. Halbûkî dîroka Qibrisê 3 hezar û 500 sal e, hem Yewnan hem jî radirdûyeke ji 2 hezar salî ya Xiristiyan heye. Dagirkeriya Tirk jiyana me ji aliyê civakî û çandî ve berevajî kir. Bi rastî jî ev dagirkerî ye, bi wan re rehm nîne."
Têkildarî korîdora enerjiyê ya li rojhilatê Derya Spî Serpîskopos got, "Qibris di asteke cografîk de ye ku gelek caran hate fetihkirin. Cihê ku lê ye ew cih e ku Ewropa, Asya û Efrîka ji aliyê rêyên bazirganiyê ve lê digihêjin hev. Niha jî bi qadên weke delta Nîlê re hîn bêhtir girîng bûye. lê belê ev nayê wê wateyê ku her kesên li welatekî dimînin ne xwedî wî mafî ne ku ji dewlemendiyên wî welatî sûdê werbigirin. Rewşa me ya berhemdar dikare bi kêrî hem Rûm ên Qibrisî hem jî Tirk ên Qibrisî bê û em ji têkiliyên aştiyane, têkiliyeke aştiyane ya bi Tirkiyeyê re jî aciz nînin. Li hemberî kesî hesteke me ya nebaş nîne."
Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn destnîşan kir ku Tirkiye li Qibrisê ti carî negihîşt armancên xwe û têkildarî pêşniyara çareseriya alternatîf a ji bo pirsgirêka Qibrisê got, "Em di demeke welê de ne ku divê her kes hurmetê nîşanî mafên mirovan bide. Weke Qibris em parçeyek ji Yekîtiya Ewropayê ne. Nifûsa Qibrisê -yanî nifûsa rewa ya Qibrisê- dixwaze ji heman mafên mirovan ên mirovên azad ên li tevahiya Ewropayê sûdê werbigire. Gelo di vir de tişta paradoksî çi ye? Li welatên Ewropayê mafê her kesî heye ku bi rengekî azad bigere. Baş e, em çima nikarin li temamiya Qibrisê bi rengekî azad bigerin? Mafê wan ê bicihbûnê yê daîmî heye, li ku dixwazin dikarin li wir xaniyan ava bikin û bimînin. Baş e çima em nikarin li malên xwe bi cih bibin? Em ji malên me derxistin. Mafê wan heye ku li her derê bibe xwedî milk. Çima em ji milkên xwe bêpar têne hiştin? Tişta em dixwazin ew e ku weke Ewropiyên din û mirovên azad xwedî heman mafan be: Divê her mirov karibe bi rengekî azad bigere, xwedî milk be û li cihê dixwaze bi cih bibe. Ev yek wê bi kêrî Tirk ên Qibrisî û her kesên din ên li Ewropayê jî bê."
Ji bo pirsa "Meseleya Qibrisê nîv sed sal e nehatiye çareserkirin. Bi dîtina we lêgerîna aştî û çareseriyê ya gelê Kurd û daxwaza lihevkirina wekhev a gelê Qibrisê dişibin hev?" Serpîskopos ev bersiv da:
"Aliyên ku dişibin hev hene, aliyên cuda nî hene. Yên dişibin hev bi vî rengî ne: Em ji cih û warê xwe bûn û destûr ji Kurdan re jî nayê dayin ku li herêmên xwe bimînin. Her roj bombeyan dibarînin, ji wan herêman derdixînin, ditirsîninn û neçar dihêlin ku jê koç bikin. Ev dişibin hev. Lê belê cudahiyek jî heye. Em xwedî dewleteke azad û serbixwe hebû. Wan dest li dewletekê werdan, hilweşandin û dest danîn ser beşek ji xaka me. Li wê derê 'qet nebe' (vê yekê di nava neynûkê de dibêjim) dewleteke welê nebû, bi hinceta ku ew der xaka wan e, li gel ku qanûnî û exlaqî nîne mafê destwerdanê ji bo xwe dîtin. Lewma aliyên dişibin hev hene; herdu gelê me jî êşê dikişînin. Lewma divê em li Tirkiyeyê û li her cihên cuda li demokratîkbûnê bigerin. Li hemberî gelê Tirk dijminatiyeke me nîne. Berevajî em dixwazin di nava aştiyê de bijîn, lê belê naxwazin bibin ew gel ku timî serî lê tê tewandin, ji mafên xwe bêpar tê hiştin."
Têkildarî hebûna leşkerî ya dewleta Tirk a li herêmên Kurdistanê û Qibrisê ku ji aliyê gel ve weke 'dagirkeriyê' tê pênasekirin Serpîskopos got, "Em dibînin ku Tirkiye niha dixwaze xwe li ser herêmê ferz bike, hêza xwe nîşan bide. Nîşan dide ku weke hêzeke herêmî bi pêş ketiye. Ji bilî beşeke Qibrisê Sûriyeyê jî dagir dike, heta Efrîkayê leşkerên xwe heye, li her derê baregehên xwe hene; lewma dixwaze li her derê serweriya xwe nîşan bide. Bi peymanên ku bi Lîbyayê re kiriye, li gel ku ew ne qanûnî jî bin, dixwaze vê hêzê nîşan bide. Divê ev yek bê fêhmkirin û cîhana azad jî vê yekê li Tirkieyiyê ferz bike: Di sedsala 21'ê de rêya xweferzkirinê ev nîne. Mafê mirovên bêhêz jî heye ku li vê cîhanê bijîn û em daxaza mafên xwe yê mirovî dikin. Divê her mirov karibe bi rengekî azad li welatê xwe bijî. Eger cîranê te hîn xurt be bila bi hêza xwe li welatê xwe bimîne; dest li jiyana mirovên din wernede."
Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn destnîşan kir ku li Rjohilata Navîn çareseriyeke ku avaniyeke adil a ji bo Kurdan bê peydakirin wê alîkariyê bide aramiya herêmê û got, "Beirya her tiştî wê dijminatiyê bi dawî bike. Sabotaj wê bisekine. Wê rijandina xwîna mirovan bisekine. Bêguman ev yek wê bandoreke erênî li şerê li derdorê jî bike, lê belê ev nayê wê wateyê ku çareseriya pirsgirêkekê wê otomatîk pirsgirêkên din jî çareser bike. Wê hin bandorên xwe yên erênî hebin, lê belê divê mirovahî dest ji naskirina hiqûqa yên bi hêz berde. Em nikarin bibêjin ku em li cîhaneke welê ne ku edalet lê heye. Ji ber vê jî mafê her kesî heye, hêza her kesî heye."
Serpîskopos ev peyam jî ji Rêber Apo re ragihand, "Beriya her tiştî nirxên wî yên têkoşînê yên bi salan e ji bo gelê xwe dimeşîne pîroz dikim û ji bo karibe van zor û zehmetiyan ji holê rake, rojekê hemû hewldanên wî ji aliyê cîhanê ve bê naskirin jê re sebrê hêvî dikim."
Serpîskoposê Qibrisê George yê 3'emîn di dawiya axaftina xwe de got, "Li gel ku em di sedsala 21'ê de ne hîn jî hiqûqa bi hêzan derbasdar e. Eger em dixwazin li cihekî welê sax bimînin, divê em xwe amade bikin û bibin xwedî parastineke têrker, bibin xwedî derfetê berxwedanê. Em li cîhaneke îdeal nînin." Herî dawî destnîşan kir ku li Qibrisê divê ew mertaleke parastinê ava bikin.