Li Îtalyayê hevdîtinên Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe yên dîplomatîk li Îtalyayê didomîne.

Di çarçoveya xebatên têkiliyên dîplomatîk ên Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Îtalyayê de, berpirsa têkiliyên dîplomatîk ên Yekitiyê Seidiya Kotî, rêze hevdîtinên fermî li dar xistin. Seidiya Kotî bi berpirsên Şaredariya Mantua re civiya. Di civînan de li ser rêbazên pêşxistina hevkariya hevbeş û danûstandina pisporiyê di warê rêveberiya herêmî û xizmetên şaredariyê de nîqaş hatin kirin.

Bi gelê Îtalyayê re civînek vekirî hat lidarxistin. Di civînê de Seidiya Kotî behsa rewşa siyasî ya herêmê û rola şaredariyan di avakirina aramî û xizmetkirina civakê de kir. Piştî vê yekê beşdaran gelek pirs kir û bi zelalî tevahî bersiva wan pirsan hat dayîn.

Di dawiya civînê de, her du aliyan kêfxweşiya xwe nîşan da.

Yekîtiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 13’ê Cotmehê de li Îtalyayê beşdarî çalakiyek navneteweyî ya bi navê "Xeyal bike ku hemû mirov bi aştî bijîn" bû. Ev çalakî Şaredariya Mantua bi hevkariya saziya Perugia Assisi ya çanda aştiyê re çêkir. Ev çalakî ji bo pevguherîna ezmûnên der barê avakirina aştiyê û xurtkirina civakan de hat lidarxistin.