BI DÎMEN

Li Gotzisê derbarê geşedanên dawî û jinûve avakirinê de civîna gel hate lidarxistin

Li bajarê Gotzîs a eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê bi tevlîbûna siyasetmedar Ayşe Acar Başaran û Murad Munzur civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de ji bo civakîkirina aştiyê îşaret bi girîngiya rêxistinbûn û jinûve avakirinê hat kirin.

Li Komaleya Çandê ya Sara ya li bajarê Gotzis a eyaleta Vorarlberg ê Awusturalyayê civîna gel hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî civînê bûn.

Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran jî tevlî civînê bû û geşedanên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo nirxand.

Ayşe Acar Başaran têkildarî pêvajoyê wiha got: “Pêvajoyeke dewam dike. Lê hîna tecrîda li ser Rêbertî nehatiye rakirin. Hevdîtinên bi Rêbertî re bi destûra dewletê tên kirin. Divê xwedî li pêvajoyê derbikevin û destê Rêber Apo xurt bikin. Ev tenê bi beşdarbûna zêde ya gel pêkan dibe. Propagandaya reş ya li diî Têkoşîna Azadiya Kurd balkêş e, gelê me divê di vê mijarê de hişyar be. Li Rojava hêzên me yên xweparastinê hene û ji ber ku gel birêxistinkirî ye, êrîş sînordar dimînin. Hêzên navneteweyî dikevin ferqa hêza Kurdan. Girîngiya birêxistinbûnê, bi bangên alîkariyê ya ji bo gelê Durzî de derket holê.”

Civîn bi beşa pirs-bersiv dewam kir. Ayşe Acar Başaran pirsên beşdaran bersivand.

Siyasetmedar Murad Munzur ê ku di civînê de axivî jî wiha got: “Ji aliyê Ewropayê ve pêwîstiya rêxistinbûneke nû li holê ye. Divê em xebatên xwe yên jinûve avakirinê bi ser bixin. Li Vorarlbergê em dikarin li Bludenz, Feldkirch, Dornbirn û paytexta eyaletê Bregenzê xwe bi awayekî komun birêxistin bikin. Birêxistinkirina van bajaran di destê me de ye. Fêmkirina pêvajoyê ji rêxistinkirina gel derbas dibe.”