BI DÎMEN

Li Saarbruckenê civîna gel: Bêyî mezinkirina têkoşînê çareserî ne pêkan e

Dîlek Ocalan di civîneke gel a ku bi beşdariya civaka Kurd û derdorên demokratîk li Saarbruckenê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku divê gel xwedî li pêvajoya aştiya demokratîk derkeve.

Gelek kes beşdarî civîna gel a ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd û TJK-E Saarlandê ve li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hate lidarxistin, bûn. Siyasetmedar Dîlek Ocalan di civînê de axivî.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêxgirtinê, komîteya amadekar axaftina destpê kir û derbarê armanca civînê de agahî da.

Piştre Dîlek Ocalan axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiya demokratîk a ku Rêber Apo di 27ê Sibatê de dest pê kiriye û anî ziman ku pêvajo ne tenê muzakere yan jî hevdîtinên siyasî ye, avakirina pergalek nû ye ku li ser bingeha yekîtiya demokratîk û aştiya di navbera gelan de ye. Ocalan destnîşan kir ku pêvajo ji aliyê Rêber Apo yê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye tê meşandin û diyar kir ku divê gel pêvajoyê mezin bike.

Dîlek Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir û wiha domand: "Tecrîda ku tê meşandin ne tenê li dijî Rêbertî ye, di heman demê de li dijî daxwazên demokratîk ên gel e. Bêyî mezinkirina têkoşînê aştî û çareserî ne pêkan e."

Civîn bi banga beşdarbûna meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, bi dawî bû.