Nîhat Asut ê ku li Elmanyayê girtîbû hat berdan

Welatparêzê bi navê Nîhat Asut ê ji Êlihê ji meha Adarê û vir ve li bajarê Kiel û Lubeckê yên Elmanyayê bi hinceta li ser navê PKK’ê dixebitî hatibû girtin. Asût bi şert hat berdan.

Asut, li ber Girtîgeha Damtorê ji aliyê malbat, dost, Kurdistanî û alîgirên Elman ve hate pêşwazîkirin.

Nîhat Asut, piştî serbestberdana xwe diyar kir ku ew ji ber azadbûnê kêfxweş e, lê ji ber gelek girtî hê di girtîgehan de ne ew xemgîne. Asut got, "Bi hezaran hevrêyên me, bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hîn jî girtî ne," û destnîşan kir ku divê dewletên Ewropayî berpirsiyariyên xwe yên piştgiriya pêvajoya aştî û demokrasiyê bicîh bînin.

Asut, anî ziman ku ne pêkan e ku mirov dev ji nasname, zimanê dayikê û mafên çandî berde û got, "Ger ez îro vegerim vê dinyayê, ez dixwazim careke din wekî ewladekî vî gelî bêm dinê."

Asut, hêviya xwe ji bo azadkirina hemû hevrêyên xwe yên bi neheqî girtî anî ziman û spasiya her kesê ku hevgirtin nîşan daye kir.