BI DÎMEN

Li Parîsê ji bo 44 gerîlayên HPG/YJA-STAR'ê bîranîn hat lidarxistin

Li Parîsê, ji bo 44 gerîlayên HPG/YJA-STAR'ê yên ku di hefteya dawî de şehadeta wan hatibû ragihandin, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Malbatên Egîd Malazgirt (Turan Atiş) û Rojîn Rojhat (Zeyna Kaya) yên ku şehîd ketibûn jî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîna ku li Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Malbatên şehîdan ên ku beşdarî çalakiyê bûn, beşdaran silav kirin û axaftinên kurt kirin. Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Done Guzel axaftinek kir.

Done Guzel di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Destpêkê ez sersaxiyê ji malbatên Rojîn Rojhat û Egîd Malazgirt re yên ku li vir bi me re ne, dixwazim. Bila serê tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Ez li ber bîranîna 44 hevalên ku di hefteya dawî de şehadeta wan hatiye ragihandin, bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.

Ev meh, meha ku em Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr tînin e. Em weke Tevgera Jinên Kurd her sal di şexsê Heval Bêrîtan de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê bîranînan li dar dixin. Ev meh di heman demê de salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya ku di şexsê Rêbertiya me de hat pêkanîn e. Dema em bi giştî lê dinêrin, rastiya şehîdan di şexsê Heval Bêrîtan de, di kesayetên Şehîdên Meha Cotmehê de dişibe serdemên destpêkê yên PKK'ê jî. Layiqbûna şehîdan, bi domandina jiyanê ya li ser xeta ku ew lê bûn, pêkan e.”

Done Guzel di axaftina xwe de da zanîn ku di 10 salên dawî de gelê Kurd di pêvajoyeke dijwar re derbas bûye lê di heman demê de dîrokeke jiyanê ya bi wate afirandiye. Done Guzel diyar kir ku nêzî 50 hezar şehîdan rê dane dîroka Kurd û got: “Li her çiyayê me, li her kevirê me bîranîna şehîdên me heye.”

Done Guzel di dewama axaftina xwe de bal kişand ser banga Rêber Apo û got ku hêmana ku hişt bi dewleta Tirk re li ser maseyê rûnin “rastiya şehîdan û sekna Rêbertî” ye. Done Guzel, komkujiyên Cizîrê ya 2016'an û Roboskî ya 2011'an ên ku dewleta Tirk pêk anîn û êrîşên çekên kîmyewî yên salên dawî bi bîr xist û diyar kir ku tevî vê yekê jî gelê Kurd berxwedana xwe didomîne.

Done Guzel destnîşan kir ku têkoşîna jinê girîng e û Rêber Apo bi paradîgmaya azadiya jinê “artêşbûn û partîbûna jinê” afirandiye û da zanîn ku mînakên Sakîne Cansiz û Evîn Goyî yên ku li Parîsê hatin qetilkirin, mezinahiya vê têkoşînê nîşan didin.

Done Guzel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya jiyana kolektîf, parvekirin û rêxistinbûnê û wiha axivî:

“Sîstema kapîtalîst heta şaneyên wê kesayetê dimije. Di nav vê sîstemê de li ser piyan man, bi têkoşîna hevpar û hişmendiya hevpar pêkan e. Berpirsiyariya herî mezin a ku dikeve ser milê gelê Kurd û malbatên şehîdan ew e ku ji malbata xwe dest pê bikin, modela malbata demokratîk ava bikin û derdora xwe bi rêxistin bikin. Divê kes nesekine; divê her kes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Bersivdayîna şehîdan jî bi vê yekê ve girêdayî ye.”

Done Guzel herî dawî banga tevlêbûna Meşa Azadiyê ya ku wê di 8'ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin kir û got: “Me berê du caran ew pir hejandibû, niha em ê careke din bihejînin.”

Bîranîn, bi nîşandana sînevîzyona ku ji bo şehîdan hatibû amadekirin û bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.