Di civîna gel a li Melunê de ji bo mîtînga Kolnê bang hate kirin

Li herêma Melun a girêdayî paytexta Fransa Parîsê, bi tevlîbûna Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sirri Sakik civîna gel hate lidarxistin.

Di civînê de qonaxa ku têkoşîna Kurd gihiştiyê, pêvajoya aştiyê û têkoşîna gelê Kurd a li Ewropayê hate nirxandin.

Sakik axivî û destnîşan kir ku Kurdan ji bo aştî û demokrasiyê her tişta ji destê wan hatî pêk anî, êdî divê dewlet gavan bavêje.

Sakik got, “Piştî şerê 50 salî pêwîstiya herî mezin a civakê, aştî ye.” Sakik ji bo çareseriyeke mayînde bal kişand ser îradeya hevpar.

Di dawiya civînê de Sakik ji bo Mîtîng û Meşa Mezin a ku wê 8’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Sakik bal kişand ser dilsoziya gelê Kurd ê li Ewropayê ya ji bo têkoşîna azadiyê û got, ew bawer dike ku gelê Kurd wê bi coşa azadiyê Kolnê tejî bike.