Endamên Meclisa Jinan a Dest Dan Hêvî ya ku li paytexta Elmanya Berlînê xebatê dimeşîne, banga beşdarbûna meşa“Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, kirin.
Hat bibîrxistin ku meş wê saet 11:00’an de li herêma Deutzer Werftê dest pê bike.
Endama Meclisa Jinan a Dest Dan Hêvî Dayê Gozê, di daxuyaniya da de got, "Hevalên me û dostên me ji bo azadiya Rêber Apo wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê meşek mezin li dar bixin. Em gelê xwe yê welatparêz, malbatên şehîdan û dostên xwe vedixwînin vê meşê. Werin em bi hev re li Kolnê bimeşin û azadiya Rêber Apo biqîrin."
Endama Meclisê û Hevseroka Fed Kurd Niştiman Tarhan di banga xwe de got, "Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Heta ku Rêberê me azad nebe, em jî azad nabin. Ji ber vê yekê, em gel û dostên xwe vedixwînin meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê."
Endama meclisê Susanne Roßling jî got, “Hevalên hêja, gelê me, cîran, heval û femînîstên hêja, em her kesî vedixwînin meşa 8’ê Mijdarê ya ku li Kolnê were lidarxistin. Ev meş ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya 50 salan, pêşxistina aştiyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e. Ev meş wê ji bo gelê Kurd, gelê Mezopotamyayê û aştiya li Rojhilata Navîn encamek erênî be. Ji ber vê yekê beşdarbûna we pir girîng e."
Her wiha hat ragihandin ku otobusên beşdarên meşê wê di 7’ê Mijdarê saet di 23:00’an de ji Residenzstr. 54, 13409 Berlînê bi rê bikevin. Susanne Roßling ev bang kir: "Werin em bi hev re biçin meşa ku em ê aştiyê biqîrin.”