Li Kanadayê Durzî û Elewiyên Ereb çûn serdana navenda Kurd

Li Kanadayê şandeyeke ku ji nûnerên civaka Durzî û Elewiyên Ereb pêk tê, çû serdana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Kanadayê.

Armanca serdana şandeya ku ji Durzî û Elewiyên Ereb pêk tê, weke xurtkirina piştevaniya navbera gelan û pêşxistina zemînê têkoşîna hevpar hate eşkerekirin.

Şandeyê di hevdîtina bi rêveberên NCKD’ê re de, li ser projeyên hevpar ên siberojê, merasîmên çandî û fealiyetên piştevaniyê nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku divê li dijî zextên li ser civakên Kurd, Durzî û Elewiyên Ereb helwesteke hevpar were nîşandan.

Hate diyarkirin ku divê ruhê yekîtiyê yê gelan ê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de were xurtkirin.

JI BO MEŞA 2’YÊ MIJDARÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di dema civînê de rayedarên Durzî, şandeya Elewiyên Ereb û rayedarên NCKD’ê li ser “Meşa ji Rêber Apo re azadî” ku wê 2’yê Mijdarê li Torontoyê were lidarxistin û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê nirxandin kirin.

Bang li hemû gelan û bi taybetî civaka Durzî û Elewiyên Ereb hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin û daxwazên ji bo azadiyê bînin ziman.

Piştî serdanê daxuyaniya hevpar hate dayîn û hate diyarkirin ku divê navbera Kurd, Durzî û Elewiyên Ereb girêdana dostaniya dîrokî were xurtkirin û ev yek ji bo siberoja hevpar a gelan û aştiya li herêmê pir girîng e. Her wiha hate ragihandin ku diyalog, piştevanî û ruhê têkoşîna hevpar wê dewam bike.