BI DÎMEN

Dergaha Pîr Sultan Abdal a Parîsê banga tevlîbûna meşa Kolnê kir

Dergaha Pîr Sultan Abdal a Parîsê civaka Elewiyan vexwend meşa Kolnê ya ku ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin.

Dergaha Pîr Sultan Abdal a Parîsê ya Fransayê, beriya meş û mitînga mezin a ku wê di 8’ê Mijdara 2025’an de li Kolnê ya Elmanyayê were lidarxistin, daxuyanî weşand. Dergahê bang li civaka Elewî kir ku li çarçoveya nirxên aştî, edalet û wekheviyê bibin yek û tevlî çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin, bibin.

Dergahê diyar kir ku 8’ê Mijdarê ne tenê roja meş û mitîngê ye, dengê kolektîf ê têkoşîna gel a ji bo azadî û aştiyê ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev roj rojek e ku nirxên razîbûn, edalet û wekheviyê yên ku bingeha baweriya me ne, têne vejandin. Rojek e ku em li ser rêya Heq û Heqîqetê li dijî zilm, cudakarî û bêdengiyê rawestin e."

Dergaha Pîr Sultan Abdal a Parîsê civaka Elewî û hemû canên li Ewropayê vexwend ku li kêleka aştî, wekhevî û heqîqetê bisekinin û di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bicivin. Dergahê bi peyama "Werin em bibin yek, mezin bin û li ser xwe bin” bi dawî kir.