BI DÎMEN

Meclîsa Gel a Bremen ji bo meşa Kolnê banga tevlîbûnê kir

Meclîsa Gelê Kurd a Bremen ji bo mîtîng û meşa “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statuya siyasî” banga tevlîbûnê kir ku wê 8’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Bremen Selma Koç daxuyanî da û bang li hemû welatparêzan kir ku bi “ruhê seferberiyê” biherikin Kolnê. Selma Koç ev tişt got:

“Sala 2023’yan li Kolnê pir hejiyan. Îsal jî divê bi heman ruh û coşê em biherikin Kolnê. 27 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek giran de ye. Divê em Rêber Apo azad bikin. Heta azadiya Rêber Apo, ev têkoşîn wê bidome û weke gelê Kurd em ê li qadan bin.”

Meşa li Kolnê wê di çarçoveya salvegera 3’yan a kampanyaya navneteweyî de ya li ser esasê azadiya Rêber Apo û statuya gelê Kurd, were lidarxistin.