Cenazeyê welatparêz Necatî Gezen li Kopenhagê hate veşartin
Welatparêz Necatî Gezen (58) roja Pêncşemê ya borî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Brøndby ya Kopenhagê hate veşartin.
Welatparêz Necatî Gezen (58) roja Pêncşemê ya borî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Brøndby ya Kopenhagê hate veşartin.
Necatî Gezen (58) ê ku 8 meh in bi nexweşiyeke giran têdikoşiya, êvara Pêncşemê li Nexweşxaneya Hvidovre jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gezen roja Şemiyê li Goristana Brøndby hate veşartin.
Gezen nêzî 30 sal in di nav Navenda Civaka Demokratîk a Danîmarkayê xebat dimeşand û di 10 salên dawî de di nav rêveberiya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) de xebatên çapemenî-weşanê dimeşand.
Necatî Gezen di heman demê de muzîkjen bû, ji ber dengê xwe yê xweş û şîroveyên xwe yên bêhempa di nav Kurdên Anatoliya Navîn de pir dihat hezkirin. Rêveberên PKAN û gelek kesên ji Elmanya, Swêd û Danîmarkayê hatibûn, bi rengên neteweyî û PKAN’ê cenazeyê Gezen veşartin.
Necatî Gezen di nav civaka bi qasî 8,000 kesan de ku ji bajarê wî yê jidayikbûnê Heciler a navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê koçî Danîmarkayê kiribûn de dihate naskirin.