BI DÎMEN

FEDA Swîsre bi kongreyê damezrandina xwe ragihand

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ya Swîsreyê li bajarê Bulachê kongreya xwe li dar xist û damezrandina xwe ragihand. Songul Aslan û Ulaş Yildiz wekî hevserok hatin hilbijartin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ku demek dirêj e li Ewropayê rêxistinkirî ye, bi kongreya damezrîner a li Swîsreyê damezrandina FEDA Swîsre ragihand.

Kongre bi beşdariya gelek nûnerên saziyan, li Hola Dawetê ya Esen a li bajarê Bulach a kantona Zurîhê hat lidarxistin. Hevserokên Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr, rêveberên Enstîtuya Kurd a Swîsreyê, nûnerên Partiya Yekîtiya Suryaniyan a Swîsreyê PYD Swîsre), Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê (ESU), DÎDÎF û ESP li kongreyê amade bûn.

Kongre bi gulbanga yek ji Pîrên Ocaxa Sînemîlî Pîr Niyazî Bakir dest pê kir.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Dondu Engîn axivî û diyar kir ku rêxistinkirina civaka Elewiyan ji bo aştiyê wê peywireke girîng e û rêveberiya ku bê hilbijartin pîroz kir.

Hevseroka CDK-S Dîlan Çetinkaya bal kişand ser girîngiya damezrandina FEDA Swîsre û got, "Têkoşîna aştiyê tenê bi civaka rêxistinkirî pêkan e. Her ku em xwe rêxistin bikin, wê têkoşîn ew qas xurttir bibe."

Nûnerê ESU’yê Tûma Çelîk bal kişand ser ku civakên Elewî û Suryanî yên bi zilma sîstemê re rû bi rû dimînin û anî ziman ku damezrandina FEDA Swîsre ji bo têkoşîna aştiyê girîng e. Çelîk got, "Em ê bi hev re têkoşîna aştiyê bimeşînin."

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît beşdarên kongreyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got, "Li Rojava şoreşek çêbû. Ev şoreş li Rojhilata Navîn mîna stêrkekê dibiriqe. Şoreşa jinan afirandin. Em ji bo vê yekê spasiya gelê Rojava dikin. Şoreşa Rojava bi rastî jî îlham da me. Em ji vir silavên xwe ji Rojava re dişînin."

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku banga Rêber Apo xwedî girîngiyek dîrokî ye û beşdarbûna vê bangê ji bo avakirina civaka wekhev û azad pir girîng e û got: "Birêz Ocalan bi vê bangê deriyê serdemeke nû vekiriye. Ew di aştiyê de pir israr dike. Banga ku îro li Qendîlê hat kirin nîşana herî berbiçav a vê yekê ye.  Careke din bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê û beşdarî veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê bibe. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye, em xwedî helwesta Huseyînî ne. Wekî aktorên herî girîng ên demokrasiya Tirkiyeyê, em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin û li Rojhilata Navîn a ku em lê ne jiyanek azad ava bikin."

Piştî axaftinan, hunermendên herêmî stranên gelêrî gotin.

Piştî stranan rêveberî vexwendin ser dikê û bi wergirtina razîbûna wan bi dawî bû.

Rêbeberiya FEDA Swîsre ji 30 kesan pêk tê. Songul Aslan û Ulaş Yildiz wekî hevserok hatin hilbijartin.