Hevseroka Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistan (NÇDK) Menîce Yîgît Yildirim banga tevlîbûnê ji bo meşa ku wê ji bo Azadiya Rêber Apo û Çareseriya Pirsgirêka Kurd di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de li paytexta Swêd a Stockholmê bê lidarxistin, kir.
Menîce Yîgît Yildirim, diyar kir ku meş wê di çarçoveya 3’emîn salvegera kampanyaya ku bi daxwaza ‘Ji Rêber Apo re Azadî û Statu ji Gelê Kurd re’ tê dewamkirin de bê lidarxistin. Her wiha bilêv kir ku ji ber ku heman roj Roja Kobanê ya Cîhanî ye wê salvegra berxwedan û serketina Rojava jî bê pîrozkirin.
Menîce Yîgît Yildirim bi berdewamî wiha got: “Em wekî Federasyona Bakur a Skandinavyayê- NÇDK’ê Swêdê, bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêberê xwe, îrade û têkoşîna xwe ya azadiyê derbikevin. Em ji 7’ê heta 70’ê salî bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî meşê bibin.”
Menîce Yîgît Yildirim herî dawî ev bang kir, “Ji bo azadiya Rêbertî, statuya Kurdistanê û aştiyê mil bi mil! Em di 1’ê Mijdarê de li Stockholmê bicivin!”