BI DÎMEN

Beriya meşa Kolnê li Mantes-la-Jolie civîna amadekariyê hate lidarxistin

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik û Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan di civîna gel a li Mantes-la-Jolie de bal kişand ser girîngiya tevlîbûna çalak a civaka Kurd a Ewropayê ji bo pêvajoyên demokratîk.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê beriya meşa ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin, li bakurê Fransayê civînên amadekariyê dewam dike. Di vê çarçoveyê de îro li bajarê Mantes-la-Jolie ya Parîsê civîn hate lidarxistin.

Parlamenterê DEM Partî yê Agiriyê Sirri Sakik, Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan û gelek Kurdistanî tevlî civînê bûn.

Di civînê de li ser pêvajoya aştî û demokratîk a dewam dike, nirxandin hatin kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê rêbazên diyalog û demokratîk diyarker e.

Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan diyar kir ku sernavê herî girîng a pêvajoya aştî û civaka demokratîk azadiya Rêber Apo ye û wiha got: “Biserketina pêvajoyê tenê bi şert û mercên azad ê jiyan û xebatê yê Rêber Apo pêkan dibe. Ji ber vê yekê tevlîbûna çalak a gel ji bo pêvajoyê girîng e. Tevlîbûna li meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin jî ji ber vê yekê xwedî wateyekî mezin e.”

Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sakik jî destnîşan kir ku divê hikûmetê ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje û wiha got: “Divê pêvajo hîn zêdetir neyê derengxistin. Bendewariya civakê ji bo aştiyê avêtina gavên xurt e.”

Beşdaran bal kişandin ser tevlîbûna çalak a civaka Kurd a li Ewropayê ji bo pêvajoyên demokratîk.

Hate hînbûn ku Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sakik hevdîtinên xwe bidomîne û sibê li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê bi gel re bicive.