Li Essenê ji bo meşa 8’ê Mijdarê banga tevlîbûnê hate kirin

Hevserokên Meclîsa Gel a Essenê bi wesîleya 3’emîn salvegera kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistan re Statu’ tê dewamkirin, banga tevlîbûna meşa ku li Kolnê bê lidarxistin, kirin.

Di çarçoveya 3’emîn salvegera kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistan re Statu’ tê dewamkirin de, wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê meşekî girseyî were lidarxistin.

Hevserokên Meclîsa Gel a Essenê Gulhan Heval û Reşat Kaymaz banga tevlîbûnê li hemû gel kir û wiha got, “Meşa di 8’ê Mijdarê de ji bo qirîna daxwaza ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistan re Statu’ rojekî girîng e. Em dixwazin ku her kes cihê xwe di vê roja dîrokî de bigire.”

Meşa ku wê li Kolnê bê lidarxistin, wekî hevdîtinekî girseyî tê plankirin ku wê li seranserê Ewropayê tevlîbûn çêbibe.