BI DÎMEN

Rêxistinên jinan ên Hannau banga tevlîbûna meşa Kolnê kirin

Endamên Meclisa Jinan a Nûjin û TEKO-JIN di çarçoveya xebatên ji bo meşa “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siaysî” ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, serdana malbatan kirin.

Endamên Meclisa Jinan a Nûjin û TEKO-JIN, li bajarê Hannau yê Elmanyayê xebatê dimeşînin, di çarçoveya bangewaziya beşdarbûna meşa ku wê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin de, xebatnmeşandin. Di çarçoveya xebatê de bi dehan malbat hatin ziyaretkirin.

Di serdanan de, girîngiya xwedîderketina li Banga Aştî û Civaka Demokratîk û her wiha girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destnîşankirin.

Di çarçoveya xebatê de, banga beşdarbûna civîna gel a ku wê di 2'ê Mijdarê saet 13:00'an de bi beşdariya siyasetmedar Dîlek Ocalan li Navenda Civaka Demokratîk a Hannau were lidarxistin, hat kirin.