Li bajarên Munîh û Kassel yên Elmanyayê Kurdan û enternasyonalîstan ji bo çalakiya li Kolnê ya 8’ê Mijdarê banga tevlîbûnê kirin.
Meclîsa Gel a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kasselê û ciwanên Kurd, welatparêz û ciwanên Elman ên li Munîhê ev bang kirin.
Li her du bajaran ji bo azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd, banga “Em li Kolnê bicivin” hate kirin.
Di daxuyaniyan de xwedî li banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” hate derketin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.