Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) di şexsê pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd de Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Bîranîn di şexsê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş), Ronahî (Andrea Wolf), Zeynep (Gurbetellî Ersoz), Nagîhan Akarsel û Arîn Mîrkan de diyarî hemû Şehîdên Meha Cotmehê hate kirin. Gelek malbatên şehîdan û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Bîranîna ku li Salona Konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê pêk hat, ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê Mustafa Karahan axivî û wiha got, “Şehîd pêşengên têkoşîna me ne, em bi saya fedakariya wan hatin van rojan. Hevalên me yên ku li dijî planên çokdanînê yên ji sala 2015’an ve li ber xwe didin, van planan berovajî kirin.”
‘BINGEHÊN TÊKOKŞÎNA AZADIYA JINÊ AVÊTIN’
Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Şîlan Karakoçan axivî û destnîşan kir ku meha Cotmehê ji bo têkoşîna azadiya jinê mehekî sembolîk e. Karakoçan wiha got, “Di şexsê Bêrîtan Hêvî, Andrea Wolf, Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel û Arîn Mîrkan de windahiyên giran ên Tevgera me ya Azadiya Jinê çêbûn. Her yek ji wan pêşengên ku bingehên rêxistinbûna jinê avêtin û li dijî xiyanetê berxwedanê mezinkirin in.”
‘JIYANA ŞEHÎDÊN XWE BIZANIBIN’
Karakoçan di axaftina xwe de bal kişand ser xwendina rojnivîskên şehîdan û wiha got: “Di serî de Bêrîtan û Gurbetellî, bîranîna şehîdên me bûn pirtûk. Divê hemû malbatên Kurd van bîranînan fêrî zarokên xwe bikin. Rêya afirandina pêşerojekî demokratîk, ji fêrbûna mîrateya me ya dîrokî derbas dibe.”
Çalakî bi stranên koma muzîkê ya Koma Arî dewam kir. Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona ji bo şehîdan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.